ROJEVA 16'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Adarê..

-Wê çalakiyên ji tendiristî û ewlehiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin şopandin.

-Li Bakurê Sûriyê operasyonên li ser DAÎŞ'ê û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

-Koçak ê ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got, ''Berxwedan jî û bêdengman jî tercîhek e ku piştre mirov wê hesab bi xwe re bîne'' û got li bara bedên ku her roj diheliyan wî jî berxwedan hilbijartiye.

-Endama koordînasyonê ya KJK’ê Rewşen Mêrdîn bû mêvana Bernameya Rojeva Jin a Stêrk TV û mijarên di rojevê de nirxand. Mêrdîn bi gotina ‘'Bi berxwedanî û tekoşîna Rêbertî û gelê me wê dijmin negihêje tu encaman'’ bersiva pirsên rojnemevan Arjîn Baysel da.

-Endamê Komîteya Karê Derve ya KCK'ê Varto got êrîşa AKP-MHP'ê ya li ser gelê Kurd 5'ê Nîsana 2015'an bi tecrîda li ser Ocalan dest pê kiriye, li dawiya 4 salan berxwedana Kurdan li ser piyan e û bi pêngava ku bi grevên birçîbûnê dest pê kiriye jî ev konsept wê were şikandin.

-Gerîlayê HPG'ê Şahan Şaho kesên ku di 16'ê Adara 1988'an de di Komkujiya Helepçe de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got ew ê ti caran Komkujiya Helepçeyê ji bîr nekin.

-Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Keskan a Elmanyayê Jamîla Schafer û parlamentera federal Canan Bayram daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ew destekê didine daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.

-Hevberdevkê Herêma 2'yan a HDP'ê Stenbolê Veysel Seyîdvan got di hilbijartina xwecih de ew ê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin.

-Li Westanê gel vê carê wê dawî li AKP'ê bîne, ku ev 15 sal in li rasta her cure nokerên wan hatiye.

-Jinên Wêranşarê gotin ew li cem Leyla Guven in ku ev 129 roj in di greva birçîbûnê de ye û domandin, ''Leyla ji bo ku aştî û aramî were bedena xwe da ber mirinê. Ew serbilindiya Kurdan e.''