ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Pirtûka "Bağımsız Kürdistan Yolunda" (Li ser rêya Kurdistana serbixwe) ku sala 1987'an hate weşandin, qala destpêka tecrûbeya gerîlatiya li Kurdistanê dike. Pirtûk ji rojnivîs û nivîsên nirxandinê yên fermandarên destpêkê yên gerîla Mûstafa Yondem (Erdal) û Mahsûm Korkmaz (Egîd) pêk tê. Me nivîsên pirtûkê yên li ser Pêngava 15'ê Tebaxê berhev kir.

- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik: Pêngava 15’ê Tebaxê xeta şerê gel ê şoreşgerî ye. Bi xwe re xetek û hişmendiyek nû afirandiye. Ev xeta azadiyê ji bîr û baweriyek e, alternatîfa jiyana azad e, modeleke nû ye û ruhê heqîqetê ye.

- Polîsên eyaleta Bayern a Elmanyayê ku di mijara xweranegirtina li alên YPG/YPJ'ê de sînoran nas nakin, bi sedema ku di xwepêşandakê de alên YPG'ê û posterên Ocalan vekirine avêtin ser mala du aktîvîstên Kurd.

- Krîza ji ber kêmbûna nirxê TL rû da, bandorê li esnafan û welatiyan dike.

- Hikumeta Elman a federal ku hewl dide deriyên xwe li penaberan bigire, hate ragihandin ku di şeş mehên destpêkê yên vê salê de 12 hezar û 261 kes dersînor kiriye. 127 kesên hatin dersînorkirin ji Tirkiyeyê re hatin şandin.

- Gerîla li gel şerê giran wêneyan xêz dikin, muzîkê diafirînin. Rizgar Oremar ê ku meha Tebaxê şehîd bû, bi muzîkê re mijûl dibû.