ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Karayilan: Gerîla têk naçe, lê belê têkneçûn êdî têrê nake. Divê bibe hêza serketinê. Projeya me ya jinûve birêxistinkirinê diqede. Ev yek jî wê gerîla bike hêza serketinê.
- Gerîlayên li herêma Zagrosê gotin, têkoşîna çekdarî ya bi 15'ê Tebaxa 1984'an re dest pê kir, bi ruhê Egîd û Zîlanan îro mezintir bûye û diyar kirin, 15'ê Tebaxê ji nû ve vejîn e.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed got, "Eger di vî şerî de bişkê, ne tenê desthilatdariya AKP'ê, wê giştî komara faşîzma Tirk ji pêvajoya avabûna xwe heta niha dest bi pêngaveke nû bike, guhertinek nû bide destpêkirin. Ji ber vê tirsê di şer de ewqasî kûr bûye."
- Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn got, gaza ku ev 2 sal in li Farqînê ji tehtan tê derxistin, zerarê dide hestî û sîstema rehikan a mirovan.