ROJEVA 14'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Îlona 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Îlona 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Rejîma AKP'ê ku ji bilî şer û mirinê tiştekî li Kurdistanê nake, careke din giranî da ser çêkirina girtîgehan. Li Erdîşê ku nifûsa xwe 200 hezar e û 2 girtîgeh hene, AKP'ê girtîgeheke din çêkir.
- Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş bal kişand ser taybetmendiya nifûsa Rihayê û got, amadekarî tê kirin ku bi taybetî li navçeyên mîna Serêkaniyê şerê navbera Kurd û Ereban bê derxistin.
- Yekemîn Bîbliyografya Kirmanckî ya Kurdolog Mûtlû Can ku ji lêkolînên li ser zaravayê Kirmanckî yê Kurdî pêk tê, ji Weşanên Vate derket.
- Şaredariyên Artemêtan û Tûşba yên Wanê ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatine desteserkirin, peravên Gola Wanê bi keviran dagirtin.
- Talankerê AKP'î yê li Cizîrê, di bin navê karên binesaziyê de ev 3 sal in navçe ser û bin kiriye. Qaşo bi navê xizmetê rêyekê çêdike, lê rê dike nake naqede.