ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Meşa ber bi Cenevreyê ya hezar kesî ku 200 enternasyonalîstên ji 37 welatan jî tevlî bûne dewam dike.

- Li her eniyeke berxwedanê ya Efrînê çîrokeke cuda heye. Lamîa Cemal ku zaroka xwe ya çar salî li malê hişt û berê xwe da eniya berxwedanê got, "Min ji zaroka xwe re got ku ez ji bo welatê xwe diçim. Ji ber ku biçûk e zêde fêhm nake, lê wê rojekê fêhm bike."

- Ji beşdaren meşa Luksembûrg-Cenevreyê Dr. Danîel Maraz ê ji Arjantînê diyar kir ku şoreşa Rojava çavkaniya îlhamê ya cîhanê ye û got, "Vê şoreşê li parzemîna em lê dimînin jî deng veda."