ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku komploya navneteweyî bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pûç bûye û got, "Niha jî dixwazin bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê re komployê bidomînin."

- Bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê ku ji 82 saziyan pêk tê, 1000 rewşenbîr, akademîsyen, sportvan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û enternayonalîstên ji 37 welatan, bi şiyara "NY pêşî li qirkirina li Efrînê bigire" xwe ji meşa dirêj a ji Lozanê heta Cenevreyê re amade dikin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok got, "Pêwîstî pê heye ku civaka Tirkiyeyê xwe ispat bike ku gelekî dikare bi Kurdan re bijî. Em nabêjin ku faşîzmê civak tev daye ber xwe. Gelek mirov hene ku li dijî vê şer dikin û di nava refên têkoşînê de şehîd bûne."

- Bi dehan partî û rêxistinên Kurd, Asûrî-Suryanî û Tirkiyeyî ji Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres û ji gelek welatn re name şandin. Di nameyê de ji van kesan xwestin ku pêşî li komkujî û qirkirina li Efrînê bigirin.

- Siyasetmedar, şaredar û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl der barê êrîşên li ser Efrînê gotin ku Tirkiye qanûnên navneteweyî û piştgirî dan gelê Efrînê yê berxwedêr.