ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 10’Ê TEBAXÊ

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê, wê bên şopandin.

- Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen gotina Rêberê Gelê Kurd; "Vejîn temam bûye, dema azadiyê ye" bi bîr xist û got, "Di salvegera 40’emîn a 15'ê Tebaxê de dem dema serketinê ye.”

-Yek ji parêzvanên mafên mirovan a navdar a Fransayê Genevieve Garrigos diyar kir ku tecrîd êşkenceyeke giran e û sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Divê em dawî li polîtîkayên durû bînin û Abdullah Ocalan azad bikin.”

- Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelan parçe bike û li hev bide şerkirin û got ku divê gel di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de xweparastina xwe pêş bixin.

- Sûzan Abbas li Tirbespiyê maleke hunerî vekir û hewl dide mîrateya çanda gelê Kurd zindî dihêle. Bi hunera xwe xizmeta şoreş û civakê dike; perwerdeya dilxwazî dide.