Rewşa Şirnexê ya bi pirsnameyan…

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî kar û xebatên wan ên niha û yên pêşerojê axivî.

Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê HDP bi lezûbez dest bi xebatan kir. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî kar û xebatên wan ên niha û yên pêşerojê agahî da.

Kaçmaz diyar kir ku heta niha wan 5 pirsname dane desteya giştî û got, “Di pirsnameyekê de me qala rêya di navbera Cizîr û Şirnexê kir. Ev rê bi salan e ketiye îhaleyê lê tadîlat û venêrîna wê nehatiye temamkirin. Li van rêyan tiştekî nû nehatiye kirin, tevdîr nayê stendin û ji ber vê jî gelê me di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin.

ALÎKARIYA JI BO COTKARAN

Kaçmaz diyar kir ku di meha havînê de elektrîk tên qutkirin û got, “Me di pirsnameyan de diyar kir ku divê dewlet 65 ji sedî piştgiriyê bide cotkaran û beşek fatûreyan jî bide.”

Kaçmaz diyar kir ku wan li ser bendên kontrolê û rakirina Rewşa Awarte jî pirsname dane. Kaçmaz bal kişand ser vî tiştî ku li van bendan gef û êşkence li gel tê kirin û gel di van dorên bendê de gelekî perîşan dibin.

ŞEWATÊN LI CÛDÎ Û GABARÊ

Kaçmaz diyar kir ku li Çiyayên Cûdî û Gabarê agir bi daristanan tê xistin û got, “Di van şewatan de texrîbateke mezin a ekolojîk heye. Balefirên tefandina agir ên ku ji bo Yewnanistanê hatibûn amadekirin, gelo çima ji bo Cûdî û Gabarê nayê şandin?”

TUMOR HERÎ ZÊDE LI VÊ HERÊMÊ HEYE

Kaçmaz got ku, “Di nav rojeva me ya dema pêş de santralên termîk hene. Li gorî lêkolînan herî zêde li Tirkiyeyê li vê herêma me nexweşiya tumorê bi mirovan re çêdibe. Ev ne tiştekî tesaduf e. Di heman demê de di warê tendirustiyê de rewş gelekî xerab e. Nexweşên ku krîza dil derbas dikin, nikarin anjiyo bibin û heta ku diçin bajarên din ên cîran, gelek caran jiyana xwe ji dest didin. Ameliyat di 30-35 dereceyan de tê kirin, sedem jî ev e ku klîma xera bûne.”

Kaçmaz diyar kir ku ew ê parlementerên HDP’ê yên Şirnexê têkildarî kêşeyên li herêmê xebatên xwe bidomînin û ew ê peywira li ser milê xwe bi cih bînin.