Rejîma Îranê li Viyanayê hate şermezarkirin
Rejîma Îranê ji ber darvekirina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.
Rejîma Îranê ji ber darvekirina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.
Darvekirina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li ber konsolosxaneya Îranê ya li Viyanayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê PJAK'ê ve hate organîzekirin û tevî Kurdistaniyan pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, belavokek hate xwendin û darvekirinên li Îranê hatin şermezarkirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.