Rejîma Îranê li Londonê hate şermezarkirin

Darvekirina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li Londonê hate şermezarkirin.

Rejîma Îranê ji ber darvekirina Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî li paytexta Îngilîstan Londonê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Meclîsa Jinê ya Roj ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de êrîşa Îranê ya li dijî PDK-Î û HDK'ê ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî hate şermezarkirin.

Çalakî li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Îranê pêk hat û hate gotin, daxwazên demokratîk û mafdar ên gel bi zext, zordarî û terorê nayên tepisandin.