Rejîma Îranê li Goteborgê hate şermezarkirin

Rejîma Îranê ku êrîş û zordariya li gelê Kurd zêde kiriye, li bajarê Goteborg ê Swêdê hate şermezarkirin.

Çalakî bi banga PJAK'ê pêk hat û ji aliyê rêxistinên Kurdan ve hate organîzekirin. Çalakgeran darvekirina sê girtiyên siyasî yên Kurd û êrîşa rejîma Îranê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Bang li welatên rojavayî jî hate kirin ku bes bêdeng bimînin û li dijî rejîma Îranê helwestê nîşan bidin.

Lehûn Lehûnî li ser navê PJAK'ê axivî û got, tesadûfî nîne ku êrîşên li dijî Kurdan heman piştî civîna bilind a li Tehranê hatin kirin. Lehûnî got, "Rejîma Îranê bi sûcdariyên bê bingeh girtiyan darve dike û komkujiyan dike. Bi vî rengî li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê li dijî mirovahiyê dike."

Lehûnî diyar kir, armanca rejîma Îranê tepisandina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku piştgiriyeke xurt bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê yê li ber rejîma mola radibe.

Çalakî li meydana navenda bajêr pêk hat û bi hildana pankart û qîrîna dirûşman rejîma Îranê hate şermezarkirn.