Qurbaniyên komkujiya Şengalê li Edînbûrgê hatin bîranîn

Li bajarê Edînbûrg ê Skoçyyaê, qurbaniyên komkujiya Şengalê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Navenda Komeleya Kurd a Edînbûrgê bi navê "Komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxê; hewldana tarîkirina Mezopotamyayê" çalakiyek lidar xist.

Gelek Kurd û dostên gelê Kurd tevlî vê çalakiya ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê bûn.

Sînevîzyonek li ser komkujiya 3'ê Tebaxê hate nîşandan û têkildarî Êzidiyan û komkujiya Şengalê agahî hatin dayin.

Di dawiya çalakiya bîranînê de dokûmantera "Gorên Bê Ax" hate nîşandan.