Qirkirina siyasî dewam dike: Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

Li Enqereyê ji binçavkiriyan 8 kes hatin girtin, 11 kesên di binê çavan de jî ji aliyê dozgeriyê ve tên lêpirsîn.

Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dewam dike.

Kesê bi navê Vedat Dag ê li Rojava birîndar bû û ji noqê heta jêrê felç bûye, bi hinceta 'endametiya rêxistinê' sewqî dadgehê hat kirin û danê vê sibehê hat girtin.

Ji 13 kesên li kolana Sakaryayê beşdarî çalakiya ji bo protestokirina qetilkirina Gunay Ozarslan bûn û hatin binçavkirin, 7 jê piştî lêpirsîna li emniyetê hatin berdan. Lê 6 kes ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "endametiay rêxistinê" hatin girtin.

Ji du ciwanên polîsan di serdegirtinên li taxa Yenî de bi îdîaya "endametiya YDG-H" kirin binçavan ciwanê bi navê Mehmet Araş piştî îfadeya li emniyetê serbest aht berdan, lê Mehmet Azad Yildiz (18) bi îdîaya "berpirsyarê YDG-H ê Enqereyê" ye ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

11 KESÊN DIN WÊ DERKEVIN PÊŞBERÎ DOZGERIYÊ

Di vê navberê de 11 kesên din ên di serdegirtinên li bajêr de bi îdîaya "endametiya YDG-H" hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li emniyetê wê îro sewqî dozgeriyê bên kirin. Tê payîn ku îro derkevin pêşberî dozgeriyê.