Polîsê di êrîşa li Gazîosmanpaşayê birîndar bû mir

Polîsê di êrîşa li Gazîosmanpaşayê birîndar bû mir

Polîsê ku di êrîşa li Gazîosmanpaşayê ya li dijî polîsan birîndar bibû, li nexweşxaneyê mir.

li Qada Gazîosmanpaşayê li derdora demjimêr 15.00’an du kesan gule li polîsan reşandin û yek jê polîs 3 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirine nexweşxaneyên taybet yên nêzî qadê. Polîsê di êrîşê de birîndar bû nehate rizgarkirin.

Li aliyê din, ji du kesên hate îdîakirin êrîş pêkanîne, ya hate gotin jine hate binçavkirin. Çapemeniya Tirk kesa ku hate binçavkirin “terrorist” îlan kir û îdîakir ku, “du bombeyên dest” li ser hatine girtin. Ev agahî hêjan ji aliyê çavkaniyên bêalî nehatiye piştrast kirin. Piştî bûyerê operasyona ku polîsan daye destpê kirin hêjan didome.