Polîsan li Stenbolê di serdegirtina malan de îşkence pêkanî

Polîsan li Stenbolê di serdegirtina malan de îşkence pêkanî

Li Stenbolê serê sibê polîsên AKP’ê di ser gelek malan de girt. Polîs û tîmên taybet yên ku gelek kes binçavkirin, di serdegirtina malan de li malan li welatiyan xist, neheqî li wan kirin û îşkence kirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê serê sibê li navçeya Beyoglu di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirina malan de keça Serokê BDP'ê yê Beyogluyê Songul Oktar ya 17 salî E. Oktar jî binçavkirin. Polîsan li mala Oktar, lêgerîn pêk anî û neheqî li malbatê kirin. Oktar anî ziman ku, polîsan bi hinceta keça wî "Tevlî xebatên PKK-KCK'ê bûye" hate binçavkirin. Li taxa Haci Ahmet ya Beyoglu jî polîsan di ser gelek malan de girt. Welatiyan di serdegirtina malan de polîs şermezar kirin. Welatiyên kom bûn û çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan ya bombeyên gazê hatin.

Polîsan li taxa Haci Ahmet welatiyê bi navê Alî Coşkun binçav kirin û welatiyan jî bi çepikan polîs şermezar kirin. Polîsan bombeyên gazê avêt girseyê. Polîsan di ser mala Cîhat Yagmahan de girt û ji ber ku Yagmahan ne li malê bû birayê wî Abdurrahim Yagmahan nîv tazî binçav kirin. Yagmahan heta duriyana Okmeydani bi lêdanê hate binçavkirin. Yagmahan diyar kir, polîsan ew nîv tazî binçav kirin û bi demjimêran di bin baranê de û sermayê de hiştin.

Li taxa Kocatepe ya Bayrampaşa jî tîmên taybet di ser mala Serhat Baysal (22) de girtin. Malbata Baysal diyar kir ku, polîsan hemû endamê malbatê li erdê dirêj kir. Polîsan di serdegirtina malan de rojnameyên Ozgur Gundem û Demokratik Modernite desteser kirin. Birayê Serhat Ferhat Baysal diyar kir ku, polîsan gef û neheqî li wan kiriye."

ROJNAMEGER JÎ BINÇAV KIRIN

Li taxa Haciahmetê jî polîsan di serdegirtina malan de xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Zozan Eser û birayê wê Huseyin Eser û nûçegihanê rojnameya Evrenselê Sadiye Eser û xwişka wê Leyla Eser jî binçav kirin. Polîsan di lêgerînê de 2 laptop, kompîtûra ser masê, û gelek pirtûk û CD, flash bellek, 5 telefonên destan desteser kirin.

Kesên hatin binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê.