Malbatên TAYAD’î yên ji bo piştgiriya Nebîha Araci ya piştî êrîşa li dijî Qereqola Polîsan ya Yenîbosnayê birîndar hatibû binçavkirin, li ber Nexweşxaneya Okmeydaniyê kombûn polîsan êrîş kirê û gelek kes binçavkirin.
Malbatên TAYAD’î yên ku ji bo piştgirî dayîna Nebîha Araci ya piştî êrîşa li dijî Qereqola Polîsan ya Yenîbosnayê bibirîndarî hatibû binçavkirin û rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Okmeydaniyê, polîsan bibombeyên gazê êrîşî malbatan kir. Hate ragihandin ku gelek endamên TAYAD’ê hatine binçavkirin. Kesên navên wan hatine zanîn yên hatine binçavkirin evin: Unzîle Araz, Helîme Keçelî, Îbrahîm Acar, Suat Hatirnaz, Adil Kaya û Ozgur û Sadikê paşnavê wan nehatî zanîn.
Malbatên TAYAD’î di daxuyaniya nivîskî ya dayîn de diyarkirin ku, ew ji jiyana Araci bifikarin û gotin; “Li gorî agahiyên ku me girtine polîsan li serê Nebîhayê daye û şkandiye. Aliyê piştê yê serê Araci bigiştî şikandine. Rexmî ku di vê rewşê de ye jî destên wê kelepçe kirî li nexweşxaneyê tê girtin. Niha jî dixwazin qetil bikin.”