Li Stenbolê rêxistinên ciwanan xwestin komkujiya Beyazit a 16’ê Adara 1978 û Komkujiya Helebce ya 16’’ê Adara 1988’an pêk hatî şermezar bikin. Polîsan êrîş bire ser xwepêşandan.
Xwendekar li ber Fakulteya Dermansaziyê kom bûn û bê navber dirûşmeyên “Beyazit wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Beyazitê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Helebceyê ji bîr neke, nede jibîr kirin” berz kirin. Piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Piştî ku daxuaynî qediya xwendekaran xwestin ber bi Metorya Veznecîler bimeşin.
Polîsan ciwan asteng kirin û bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî ciwanan kir. Polîsan Nûçegihanê Ozgur Gelecek Taylan Oztaş û Nûçegihna Gazete Yolculuk Bûse Sogutlu jî di nav de 33 kes bi lêdanê destgîr kirin.