Serokê Giştî yê Lîmter-Îş Kamer Saygili, Wênekêşê AFP’ê Şefî Bulten Kiliç û gekek nûnerên siyasî , rojnamevan, karker û sendîkevan bi derbkirinê hatin destgîrkirin.
Bi armanca piştgirîkirina karkerên balafirgeha 3’emîn a ji ber şertên giran ê karkirinê dest bi çalakiyê kirin, polîsan êrîş bire ser çalakiya ku dihate xwestin li Qada Kahalkedom a Kadikoyê bê kirin. Polîsên ku destpêkê Qada Khalkedonê dorpêçkirin, rê neda Serokê Giştî yê Lîmter-Îş Kamber Saygili û girseya li gel.
Polîsên ku girse dopêçkirin, Saygili û gelek kes bi derbkirinê destgîrkirin. Wênekêşê AFP’ê Sefî Bulten Kiliç û gelek rojnamevan ên ku xewstin dîmenên êrîşê bikişînin jî hebûn. Polîsan rê neda ku daxuyanî bê dayîn bi gaza bîberê û guleyên plastîk êrîş kirin. endamê Hewldana 78’an femînîst Şengul Yuksel û rojnamevan Taylan Ozen jî bi derbkirinê hatin destgîrkirin.
Aloziya li Kadikoyê dewam dike…