BI DÎMEN

Plana reva ji girtîgehê ya Avesta ya biçûk!

Wêneyên Avesta ya biçûk, ku tevî dayika xwe li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ma, bi hinceta "plana revê ye" ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin.

Hevsera Vesîle Yuksel Sûltan Yuksel got, dema ew bi hevsera xwe re roja 21'ê Kanûnê keça xwe ya nexweş Arîn Mîrxan dibir Nexweşxaneya Zarokan a Mêrdînê, ji edliyeyê telefonek ji hevsera wî re hat û li ser vê yekê ew çûn edliyeyê. Yuksel diyar kir, dozger ji hevsera wî re gotiye, ku ji ber wêneyê birayê xwe Selîm Tekîn (Mazlûm Pîrdogan) ê di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da parve kiriye, sûcê 'propaganda rêxistinê' kiriye.

Yuksel ev agahî da: "Dozgerê ku hevsera min bi propaganda rêxistinê sûcdar kir, piştre pirsên weke 'PKK rêxistineke terorê ye yan na' li hevsera min kir. Hevsera min jî got, PKK rêxistineke terorê nîne. Li ser vê yekê bi lez û bez, ji bo bê girtin ew sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgeyê jî bi rengekî ne hiqûqî biryara girtina wê da."

LÊNÛSKA WÊ YA WÊNEYAN HAT DESTESERKIRIN

Yuksel anî ziman, dema hevsera wî hat girtin, keçên wan Avesta û Arîn Mîrxan li cem wî mane, lê belê ji ber ku nekarî diya xwe cuda bimînin, wî ew birine girtîgehê.

Sûltan Yuksel bal kişand ser kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rêveberiya girtîgeha Mêrdînê ya li dijî hevser û zarokên wî û anî ziman, rêveberiya girtîgehê lênûska wêneyan a keça wî Avesta jî hatiye desteserkirin. Bav Yuksel got, "Avesta çend wêne xêz kiribû. Rêveberiya girtîgehê ev wêne weke plana reva ji girtîgehê dîtiye û bi vî rengî dest daniye ser wêneyan û lênûska wêneyan."

'JI BO WÊNEYAN HER ROJ DIGIRÎ'

Bav Yuksel diyar kir, keça wî Avesta ji bo wêne û lênûska xwe her roj digirî û tevî hemû hewldanên dayika wê jî rêveberiya girtîgehê wêneyên Avesta nedanê.

Yuksel da xuyakirin, ku girtina hevser û zarokên wê zilm e, bi wan re rê li ber pirsgirêkên psîkolojîk vedike û xwest derhal bên berdan.