‘Piştî zêdekirina faîzê ew ê aborî bisekine’

Piştî daxuyaniya Erdogan a li ser faîzê, Bankeya Navendî faîz zêde kir. Aborîzanan diyar kirin ku ev tişt ew ê bibe sedema ku aborî bisekine.

Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) îro biryara xwe ya li ser faîzê eşkere kir. Hate diyarkirin ku faîz 625 pûanan hatiye zêdekirin. Li gorî vêya rêjeya faîza repo ya heftane ji 17,75’ê ji zedî derket 24 ji sedî.

‘WÊ BIBE SEDEMA SEKINANDINA ABORIYÊ’

Aborîzan Alî Riza Gungen ji ANF’ê re axivî û got ku, “Bi zêdebûna faîzê re dibe ku helandina lîrayê Tirk were sekinandin û piştre jî dibe ku aborî bisekine. Ber bi dawiya sala 2018’an ew ê îflasa şîrketan û bêkarî zêdetir bibe.”

'BÛNE POLÎSÊN BAŞ Û XERAB’

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Polîtîkayên Civakî û Aboriyê yê HDP’ê Gunay Kûbîlay jî diyar kir ku haya Erdogan ji zêdekirina faîzê hebûye.  Kûbîlay got ku, “Bi vî tiştî re yek dibe polîsê baş û yê din jî dibe polîsê xerab. Dixwazin nîşan bidin ku Bankeya Navendî serbixwe ye. Bi zêdebûna faîzê re dibe ku dovîz kêm bibin, lê piştre divê mirov qet ne çakbîn be. Wê di aboriyê de sekinandinek pêk were û ew ê welat têkeve nav krîza sektoreke reel. Dibe ku bi komî kes ji karan werin derxistin.”