Piştevaniya bi Kobanê re her diçe mezin dibe
Piştevaniya bi Kobanê re her diçe mezin dibe
Piştevaniya bi Kobanê re her diçe mezin dibe
Ji bo 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê 41 nivîskaran li Rihayê bi 4 zimanan Kobanê silav kirin û piştî daxuyanî dan ber bi sînorê Kobanê ve derketin rê.
Li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedana ket roja 48'an û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê çalakiyên 1'ê Mijdarê jî destpê kir. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa Tirkiye û Japonyayê piraniya wan nivîskarê çîrokan 41 nivîskar ji bo piştgiriyê bidin Kobanê peyama aştiyê bidin dest bi xebatan kirin. Nivîskarên ku bi panelan dixwazin Kobanê ji cihanê re vebêjin bi munasebeta 1'ê Mijdarê li Qada Topçu ya Rihayê bi 4 zimanan daxuyanî dan çapemeniyê. Niviskaran piştî ku daxuyanî dan ber bi sînorê Kobanê ve derketin.
Li navenda bajar KESK û hevparên wî jî piştgirî dan daxuyaniyê û daxuyanî bi Kurdî, Elmanî, Îngîlizî û Tirkî hate dayîn. Nivîskarên ku bi şîara "Bêdengî şirîkbûna xwîna diherike ye" derketin rê di daxuyaniya bi çar zimanan de pankartên "Jin şer naxwaze" "Kobanê rûmeta me ye, xwedî li rûmeta xwe derkeve" hatin vekirin. Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: "Li Rojava xwîna ku tê rijandin tenê xwîna Kurdan nîn e, xwîna hemû mirovahiyê ye. Tiştên ku tên binpêkirin nirxên hemû gel, bawerî û çandan e. Berxwedana ku li wir tê dayîn têkoşîna parastina rûmet û mafên mirovan e."
Nivîskarên ku di projeyê de cih digirin ev in: "Akîf Kurtuluş, Arîf Toprak, Arzu Demîr, Atalay Gîrgîn, Ava Shîn (Îran), Aydin Çubukçu, Ayşe Akaltun, Ayşegul Çelîk, Ayten Kaya Gorgun, Aysel Sagir, Aysun Kara, Barbara-Marie Muntd (Almanya), Dîlawer Zeraq, Ece Temelkuran, Ehmed Huseynî (Rojava), Firat Cewerî, Gabriel Binder (Avusturya), Gonul Kivilcim, Hande Baba, Hans Zengeler (Almanya), Helîm Yusîv (Rojava), Hasîbe Ayten, Îbrahîm Genç, Îmre Torok (Almanya), Kiyoshi Nakagawa (Japonya), Loqman Asihy (Kurdistana Iraqê) Muge Îplîkçî, Nevzat Suer Sezgîn, Nina George (Almanya), Pelîn Batu, Pelîn Buzluk, Peter Prange (Almanya), Qubady Jalyzada (Kurdistana Iraqê), Sureyya Kole, Şenay Eroglu Aksoy, Şeyhmus Dîken, Tekgul Ari, Yalçin Burkev, Yasemîn Yazici, Yildiz Çakar, Yavuz Ekîncî.