'Piştevanî wê mezintir bibe'

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Stenbolê ku di roja 6'an de ye nirxand.

Kerestecîoglû diyar kir, ku tevî astengiya bi sedan polîsî ya bi bendan, gel piştgiriyeke girîng daye çalakiyê û ji ber vê destekê spasiya piştevanan kir.

Kerestecîoglû bal kişand ser helwesta dewletê ya li Nobeda Wijdan û Edaletê û got, "Qaşo di bin navê ewlekariyê de xwestin gel negihêje me. Ez vê yekê weke qedexekirina siyaseta demokratîk dibînim. Weke qedexekirina karên sêyemîn partiya herî mezin a welêt dibînim."

Kerestecîoglû 6 rojên bihurî weke 'hevdîtina mezin' bi nav kir û wiha dewam kir: "Em zanin, mirovên nekarî bên vê derê bala wan li vê derê bû. Wan çalakiya li vê derê timî dan bihîstin. Du saetan sekinînin, 8 saetan sekinînin, bi rojan hatin lê nekarî bikevin hundir. Hin mirov di roja destpêkê de hatin lê ancax roja 5'an destûr ji wan re hate dayin ku bikevin hundir. Ev yek berxwedêriya me nîşan dide."

'TÊKOŞÎN GELEKÎ GIRÎNG E'

Kerestecîoglû destnîşan kir, desthilatdariyek ji xwe bawer, pêwîstiyê pê nabîne ku serî li polîtîkayên zext û şîdetê bide û got, "Têkoşîna Kurdan, ya jinan, ya karkeran gelekî girîng e. Divê em destketiyên xwe bidin ser hev. Em ê bi ser bikevin. Ev piştevanî wê mezintir bibe."

Di dawiya axaftina xwe de Kerestecîoglû got, "Stenbolê bi rengekî xweş piştgirî da. Ez bawerim wê li Wanê jî piştevaniyeke bi heman rengî bê nîşandan. Ji niha ev gelê Wanê silav dikim. Spasiya her kesê ku piştgirî dane me dikim. Her kes herî kêm bi qasî pênc kesan xebitî. Em ê vê yekê xurtir bikin."