Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê li Ewropayê dewam dikin

Salvegera 34'an a Cejna Vejînê li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin.

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li paytexta Awûstûrya Viyanayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de rewşa dawî ya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hate nirxandin. Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî PKK" û "Bijî Serok Apo" qediya.

GRAZ

Salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî hate pîrozkirin. hevserokê Civaka Azad Halîl Sever li ser girîngî û wateya 15'ê Tebaxê axivî. Di çalakiyê de yek ji fermandarên HPG'ê yê li Dersimê şehîd bû Atakan Mahîr jî hate bîranîn û li axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan hate guhdarîkirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saabrucken ê Elmanyayê 15'ê Tebaxê bi pîknîkê hate pîrozkirin. Hevserokê NCDK a bajêr Dexîl Îbrahîm li pîrozbahiyê axivî û got, "Heta ku leheng û fermandarên me yên mîna şehîd Egîd hebin, gelê Kurd wê bi ser bikeve." Zekiye Ezda jî bi navê TAJÊ axivî û işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Parlamenterê berê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz jî bal kişand ser ruhê berxwedanê yê li Kurdistanê. Di dawiyê de Koma Parnatez, Koma Baran û Dara û Avo hunera xwe pêşkêş kirin.

HANNOVER

Li Hannoverê jî bi pêşengiya NCDK'ê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyan li ber Peykerê Schîller dezgeh danîn û bi sedan belavok belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Kurdistaniyên ku bi banga NCDK'ê li hev civiyan, salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di şexsê fermandar Egîd, Engîn Sîncer û Atakan Mahîr de şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn. Qisekeran jî diya rkirin ku fîşeka destpêkê ya 15'ê Tebaxê hate teqandin, Kurd ji nû ve afirandiye.

LAVRÎO

Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan li Yewnanîstanê û Navenda Çanda Kurdistanê hate pîrozkirin. Meşa ku komên anarşîst û sosyalîst jî tevlî bûn ji kampa Lavrîoyê dest pê kir. Girseya gel tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya Pêngava 15'ê Tebaxê.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê çalakiyek hate lidarxistin û Kurdistaniyan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bi vê armancê li meydana Comedî stand hate vekirin. Kurdistaniyan diyar kirin ku çalakiyên wan ên ji bo azadiya Ocalan wê dewam bikin.