‘Patronan êşkence li karkeran kirin’

Sendîkaya Karkerên Avahiyan diyar kir ku patronan li şantiyeya balefirgeha Stenbolê ya 3’emîn êşkence li karkeran kiriye yên ku tevlî çalakiyê bûne.

Sendîkaya Karkerên Avahiyan bi daxuyaniyeke nivîskî bangî rêveberên ÎGA’yê kirin ên ku avahiya balefirgehê ya Stenbolê ya 3’emîn çêdikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em hîn bûn ku patronên ÎGA’yê dema ku karker şandine navendên destgîrkirine, li salonê ji bo ku hîn bibin kê berxwedan birêxistin kirine, êrîşî karkeran kiriye. Divê ew bizanibin ku şertên mêtingerî û barbariyê ev berxwedan birêxistin kiriye û vê helwesta rêveberan diyar dike ku ew jî bûne hêzeke paramîlîter!

Em ji rêveberan dibêjin ku bi heqdestên ku we nedane, bi odeyên razanê yên ku spî lê hene, bi dayîna kêm a prîmên sîgortayê we ev berxwedan birêxistin kiriye!

Ji bo piştgiriya berxwedana karkeran li Kadikoyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn lê êrîşî van kesan jî hate kirin û doz li wan hate kirin. Tevî dewleta we ya ku çavê xwe ji we re digire, we ev berxwedan birêxistin kirin!”