Parlamenterên DEM’ê li ser Pira Bogazîçiyê qeyûm protesto kirin
Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina xespkirina Şaredariya Colemêrgê li ser Pira Bogazîçiyê çalakiyeke balkêş pêk anîn.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina xespkirina Şaredariya Colemêrgê li ser Pira Bogazîçiyê çalakiyeke balkêş pêk anîn.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterên Stenbolê Kezban Konûkçû û Celal Firat bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê pankarta “bicehnime qeyûm” bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin.
ÇÎÇEK: DÊ DARBEKAR WINDA BIKIN
Parlamenteran piştî daliqandina pankartê li ser pirê axaftinek kirin. Hevberdevkê HDK’ê Çîçek ewilî axivî û wiha got: “Ji Geziyê heta Kobanê ji Stenbolê heta Colêmêrgê wê darbekar winda bikin. Yên ku serbikevin jî dê bibin gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. Em ê serbikevin.”
KONÛKÇÛ: DIVÊ EM LI DIJÎ FERASETA QEYÛM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN
Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû jî piştre axivî û diyar kir ku ew destûrê nadin ku vîna gelê kurd were xespkirin û ev bang li raya giştî kir: “Ji ber ku xespkirina vîna gelê kurd, xespkirina vîna hemû gelan e. Ji bo ku vê pergala talan û derewan bidomînin her tim vîna gelê kurd xesp dikin. Em vê qebûl nakin. Em ji vir bang li hemû girseyên demokratîk dikin; divê em li dijî feraseta qeyûm bi hev re li ber xwe bidin. Em neçar in ku bên li ba hev.”
FIRAT: SERKETIN A ME YE
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî wiha got: “Hem hûn ê bibêjin ‘serwerî bê şert û merc a gel e’ hem jî qeyûm tayînî vîna gel bikin. Heke serwerî bê şert û merc a gel be wê demê divê teqez rêzê ji vîna gel re bigirin. Serkeftin ya me ye.”
Parlamenteran piştre li gel çepik û tilîliyan dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin.