Parlamentera CHP Tarhan ji partiya xwe îstîfa kir
Parlamentera CHP Tarhan ji partiya xwe îstîfa kir
Parlamentera CHP Tarhan ji partiya xwe îstîfa kir
Parlamentera Partiya Komarê ya Gel (CHP) ya Enqereyê Emîne Ulker Tarhan îro ji partiya xwe îstîfa kir. Tarhan sedema îstîfakirina xwe weke “dûrketina CHP’ê ji hestyariya gel” nîşan da.
Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Emîne Ulker Tarhan ji partiya xwe CHP’ê îstîfa kir. Tarhan sedema îstîfakirina xwe ya ji CHP’ê aşkera kir û diyar kir ku CHP ji hestyariya gel dûr ketiye û polîtîkayên CHP’ê yên li hemberî polîtîkaya derve ya Tirk, tezkere, polîtîkayên ne zelal rexne kir.
Beriya niha jî hatibû îdîakirin ku wê Tarhan ji CHP’ê qut bibe û tevî komek li Meclîsê partiyekê ava bike. Ger ev îdîa bibin rastî wê Tarhan bi parlamenterên CHP’ê yên ku ji rêveberiya niha ya partiyê ne razî ne, ango parlamenterên neteweperest re tevbigere.