Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 800'î serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin cara 800'î serlêdan kirin.
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin cara 800'î serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin cara 800'î serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve rejîma AKP'ê bi bahaneyên "rewşa nebaş a hewayê", "xerabûna keştiyê" û "Rewşa Awarte" destûra hevdîtina bi Ocalan re nade parêzeran.