Parêzerên Amedê: Lêpirsîneke baş di derbarê qetilkirina Elçî de nayê kirin

Parêzerên Amedê, bal kişandin ku di derbarê qetilkirina Tahîr Elçî de lêpirsîneke baş nayê bi rê ve birin, daxwaz hesabpirsînê ji kujeran hate kirin.

Baroya Amedê, her hefte roja înê li ber Edliyaya Amedê ji bo dîtina kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê li ber Minareya Çar Ling hat kuştin çalakiya rûniştinê lidar dixe. Baroyê vê hefteyê çalakiya 141'emîn lidar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser "Em te ji bîr nakin" hat hilgirtin. Alîgirê Serokê Baroya Amedê Sertaç Bûlûttekîn û gelek parêzer bi cubeyên xwe tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê baroyêSertaç Bûlûttekîn daxuyanî xwend.

‘TENÊ NE JI BO TAHÎR ELÇÎ...'

Bûlûttekîn, bilêv kir ku li ber Edliyeya Amedê ew tenê Tahîr Elçî bibîr naynin û got: "Di şexsê Tahîr Elçî de, em hemû kesên ku di dema darbeyan, rêveberiyên awarte, Rewşa Awarte de hatin kuştin, di bin çavan de hatin windakirin, di bîrên asîtê de hatin, bi bombeyan hatin kuştin, Ceylan Onkolan, 34 canên li Roboskiyê ku bi balafirên şerî hatin kuştin, Dayika Taybet û Cemîlayê jî bi bîr tînin."

'EV 3 SAL IN NAYÊ RONÎKIRIN'

Buluttekîn got ev 3 sal in kuştina Elçî nehatiye ronîkirin û domand, ''Li gel ku demeke ev qas dirêj di ser re derbas bûye jî, têkilî vê kuştinê ku bandoreke mezin li ser civakê kir ti lêpirsîneke cidî nehate kirin. Ji bo ser kuştinê ronî bibe me Baroya Amedê gelek caran bang kir lê mixabin rayedaran xwe kerr û kor kirin.''

RAYEDAR: KARÊ XWE BIKIN

Buluttekîn banga li rayedaran kir û got, ''Di serî de Serdozgeirya Komarê ya Amedê, em dixwazin bang li hemû rayedaran bikin, me û civakê ji bo ronîkirina kuştina Tahîr Elçî me gelek sebir kir. Hûn jî vîn û wêreekiya hewce nîşan bidin û vê kuştina ku karê we ye ji bo ronî bikin jidil bin û gavên kêrhatî bavêjin.''