Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ku 39 meh in tu agahî ji wan nayên girtin, serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ku 39 meh in tu agahî ji wan nayên girtin, serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziya Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’an de her yek jê ji bo 3 mehan cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3'yê gulana 2024'an de derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.
Li gel biryara dawî derbarê Abdullah Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.