Parêzer ji bo biçin Îmralî serlêdan kirin
Parêzerê Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerê Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn.
Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersiv hatin hiştin.