Operasyon li Mêrdîn, Êlih û Îzmîrê hatin şermezarkirin

Operasyon li Mêrdîn, Êlih û Îzmîrê hatin şermezarkirin

Li navçeyên Şemrex, Qoserê yên Mêrdînê, Êlih û Îzmirê operasyona siyasî ya duh li Mêrdîn, Êlih û Sertê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê pêk hat û 88 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin, bi meş û daxuyaniyan hatin şermezarkirin. Serokê Şaxa Genel-Ýş'ê yê Êlihê Murat Akin diyar kir ku, ew wekî Platforma Demokrasiyê ya Êlihê dê her tim li pişt BDP'ê ku bûye hedefa AKP'ê cih bigirin.

ŞEMREX

Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê, bi armanca operasyonên ku duh li 3 bajaran pêk hatin û 88 siyasetmedarên kurd haten binçavkirin şermezar kir. Endam û rêveberên BDP'ê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberê BDP'ê Sitki Yaray diyar kir ku, ji ber hikûmeta AKP'ê BDP'ê û kurdan li meclîsê qebûl nake van operasyonan pêk tîne û we dê her tim bibin kelem û têkevin nava çavên wan. Komê piştî daxuyanî da sloganên "Zext me bêzar nakin" qêriyan û li ber avahiya BDP'ê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Komê pişt re mala Serokê BDP'ê Çoko ziyaret tir.

QOSER

Rêxistina BDP'e ya Qoserê jî bi heman armancê li Qada Azadiyê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de Endamê Meclîsa BDP'e Fesih Ozel operasyon şermezar kir û diyar kir ku, BDP û gelê Kurd ne xerîbê van operasyonên qirêje û dê bêtir xwe bi rêxistin bike. Ozel anî ziman ku, ew dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Ozel da zanîn ku, dê sibê di demjimêr 12.00'an de li ber avahiya BDP'ê ya Mêrdîn bi girseyî daxuyanî bidin çapemeniyê.

ÊLIH

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, tekildarî operasyon û binçavkirinên duh di serî de li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê pek hatibûn daxuyaniya çapemniyê da û operasyon şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya BDP’a Batmanê pêk hat. Di daxuyaniyê de Parlementara Êlihê Ayla Akat, Endamê MP’a BDP’ê Nezir Gulcan, tevkarên Platforma Demokrasiyê û gelek kes amade bûn.

Beriya daxuyaniya çapemeniyê Serokê TTB’a Êlihê Mehmet Demîr daxuyaniyek kurt da. Demîr diyar kir ku, duh di nav de bajarê Êlihê jî heye li Mêrdîn û Sêrtê bi dehan kes di encama operasyonê de hatin binçavkirin û got bi tevahiya van kesan rêveber û endamên BDP’ê ne. Demîr, da zanîn ku ger Erdogan û 70 parlementerê ku bi zîhniyeta koledar tev digerin êdî nikarin kurdan bikişînin ba xwe û diyar kir ku bila êdî pêşiya riya çareseriya demokratîk vebibe. Demîr destnîşan kir ku, bila desthilatdariya AKP’ê ji dest ji van polîtakayên xwe înkar û tunekirinê berde û got bila pirsgirêka kurd bi riya aşitiyane çareser bike.

‘EM DÊ XEBATA PARTIYÊ BI MEŞÎNIN’

Piştî Demîr li ser navê Platformê Serokê Şaxa Genel-Ýşê ya Êlihê Murat Akin jî daxuyanî xwend û diyar kir ku, şûna ku ew rojên bi çaresariya aşîtiyane bi hêvî bikin, lê ew her roj bi operasyon û binçavkirinan re dest bi roja xwe dikin. Akin anî ziman ku, desthilatdariya AKP’ê dixwaze di serî de gelê Kurd û hemû hêzên muxalîf bi polîtîkayên êrîş û bêzarbûnê re tune bike. Akin ev tişt got: “Bila demek beriya demekî hikûmet dest ji vê siyaseta xwe berde. Tu feyedeya van operasyonê qirkirian siyasî tune ye. Ev feresat bi alîkarê mirinê, zilm û bê çareseriyê ye. Bêguman dê gelê vî bajarî xwedî li vîna xwe derbikeve. Em jî wek platform û rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin; pêwîst be em dê li keda hevalên xwe derbikevin. Heta heta pêwîst be emê bikevin şûna rêvebaran û xebatên wan partiyê bi meşînin.”

Komê piştî daxuyaniyê ji bo destekê bide rêxistina BDP’a Êlihê û ji wan re daxwazên xwe derbasbuyînê bînin ziman çûn serdana avahiya BDP’ê.

ÎZMÎR

Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê û operasyon şermezar kir. Gelek welatî û rêveberên BDP'ê amade bûn û siloganên "Zext me bêzar nake" qêriyan. Seroke BDP'a Îzmirê Fuat Mikaîloglu ani ziman ku, AKP'ê dixwaze bi van operasyonan kilîdê li deriyê BDP'ê bixe û operasyon şermezar kir. Mikaîloglu zextên li dijî girtiyên girtîgehan jî şermezar kir û xwest binpêkirinên mafan bi dawî bibin.