Onder: Em ê berxwedana xwe bi biryardarî mezin bikin
Parlamenterê HDP'yî Onder destnîşan kir, nêzîkatiya li Ocalan tê wateya nêzîkatiya li meseleya aştiyê.
Parlamenterê HDP'yî Onder destnîşan kir, nêzîkatiya li Ocalan tê wateya nêzîkatiya li meseleya aştiyê.
Nobeda "Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê, ku li Parka Yogûrtçû ya Stenbolê digirin, di roja sêyemîn de ye. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû, Sirri Sureyya Onder, Nadîr Yildirim, Mîthat Sancar, Hişyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Bedran Ozturk, Erdal Ataş, Leyla Bîrlîk, Sîbel Yîgîtalp, Erol Dora û Îbrahîm Ayhan beşdarî çalakiya nobedê dibin.
Di daxuyaniya îro de Parlamenterê Enqereyê yê HDP'yî Sirri Sureyya Onder axivî.
İstanbul'da devam eden Vicdan ve Adalet Nöbetinde, Sırrı Süreyya Önder açıklama yapıyor. https://t.co/URItDMH7df
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 3 Ağustos 2017
'NÊZÎKATIYA LI OCALAN NÊZÎKATIYA LI AŞTIYÊ YE'
Onder bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Birêz Ocalan ne tenê mirov bi rewşa biqewime hesand, her wiha ji bo pêşîgirtina li vê yekê rê û rêbaz nîşan da. Ji bo afirandina aştî, azadî û wekheviyê perspektîf da hemû gelên herêmê. Di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Pêwîste bê dîtin, nêzîkatiya li Birêz Ocalan tê wateya nêzîkatiya li vîna gelên Tirkiyeyê, nêzîkatiya li meseleya aştiyê."
Onder da xuyakirin, ku ji bo aştî, biratî, wekhevî û azadiya gelên Tirkiyeyê, yekî tenê jî ji wan bimîne ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
'EM Ê NOBEDA XWE MEZINTIR BIKIN'
Di dawiya axaftina xwe de Sirri Sureyya Onder got, "Pêvajoya muzakereyê, bi greva birçîbûnê ya girtiyan û deh hezaran mirovî ya bêdem dest pê kiribû. Me fragmana aştî û hêviyê li vî welatî dît. Fragmana wê ewqasî xweş bû, ku mirovên hînî tiştên baş bûne, hûn nikarin bi hêsanî qayilî tiştên nebaş bikin. Em îlan dikin, ku em ê vê nobedê li hemû meydanên zilmê yên vî welatî, bi şêweyê nû yê berxwedanê bi biryardariyeke mezin bidomînin. Hêza me ji mafdariya me tê. Bi vê bîr û baweriyê em we hemûyan silav dikin."