NY: Qirkirina li Şengalê divê bê naskirin!
Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ku di 3’emîn salvegera Qetlîama Şengalê de daxuyaniyek da, bang kir ku divê qirkirin di qada navneteweyî de bê naskirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ku di 3’emîn salvegera Qetlîama Şengalê de daxuyaniyek da, bang kir ku divê qirkirin di qada navneteweyî de bê naskirin.
Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Sûriye ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di 3’emîn salvegera Qetlîama Şengalê daxuyaniyek bi zimanê Îngilîzî, Kurdî û Erebî da. Daxuyaniyên ku ji aliyê endamên komîsyona lêpirsînê ya serbixwe ya Sûriyeyê Paûlo Sergîo, Karen Konîng, Abû Zayd û Carle Ponte ve hate dayîn, diyar kirin ku ya li Şengalê pêk hatiye qirkirin e.
CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIVÊ WEKE QIRKIRIN BINASE
Dı daxuyaniyê de bûyerên ku 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hatin hate bibîrxistin, ji bo civaka Êzidî banga edaletê kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ya li Şengalê qewimî qirkirin e, diyar kir ku divê civaka navneteweyî qirkirina Êzidiyan nas bike.”
DIVÊ JINÊN DÎL ÊN ÊZIDÎ BÊN RIZGARKIRIN
Di daxuyaniya têde hate wiha hate gotin: “DAIŞ, bê ku bêje mêr, jin, zarok bi hezaran mirov qetil kirin. Bi hezaran jinên Êzidî dîl girtin. Ev bûyer bi gelek raporan hatiye piştrastkirin.” Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo rizgarkirina jinên dîl ên di destê çeteyên DAIŞ’ê de divê di serî de hêzên koalîsyonê û hemû hêzên navneteweyî bikevin nava tevgerê.
DIVÊ LI ÛCM’Ê BÊN DAREZANDIN
Dîsa di daxuyaniyê de binî hate xetkirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hember civaka Êzidî sûcê mirovahiyê pêk anîn, divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ÛCM) bên darezarndin, diyar kir ku raya giştî ya navneteweyî ji bo darezandina sûcên qirkirinê, divê bikevin nava tevgerê.