NY: Li Efrînê sivîl têne kuştin
Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Read El Hisên got di encama êrîşên dewleta Tirk de, ên bi ser Efrînê de, zarok jî di nav de gelek sivîl hatine kuştin.
Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Read El Hisên got di encama êrîşên dewleta Tirk de, ên bi ser Efrînê de, zarok jî di nav de gelek sivîl hatine kuştin.
Read el Hisên ji bo sivîlên ku li gelek deverên Sûriyê têne kuştin banga çalakiya lezgîn li qada navnetewî kir.
Komîserê Paybilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Read el Hisên bi daxuyaniyeke nivîskî got li Sûriyê li gelek deveran ji ber sedema şer gelek sivîl têne kuştin û banga çalakiya lezgîn li qada navnetewî kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin piştî êrîşên li Ghoûta ya Rojhilat û Idlibê bi sedan sivîl hatine kuştin, di encma êrîşên rejîm û hevalbendên wê de sivîlên têne kuştin zêde bûne û bang kir ku êrîş bi lezginî werin rawestandin.
‘LI EFRÎNÊ SIVÎL TÊNE KUŞTIN’
Hisên li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê jî got, ‘’Bi lîdertiya dewleta Tirk ji 20’ê Çle ve li ser Efrînê ku ji hêla hêzên Kurd ve tê kontrolkirin êrîşek heye. Van êrîşan jiyana sivîlan xiste talokeyê. Di dest me de rapor heye ku di encama van êrîşan de, yên hewayî û bejahî de zarok jî di nav de gelek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.’’
‘BOMBEKIRINA SIVÎLAN SÛCÊ ŞER E’
Hisên got ji dema ku li Sûriyê şerê navxwe dest pê kiriye û heta niha gelek alî tevlî nav vî şerî bûne û got, ‘’Li bara hin geşedanan ev hêz yasa û hiqûqa mirovî binpê dikin. Li hin herêman bombekirina sivîlan li gorî şertan dikare bibe sûcê şer.’’
‘DOMANDINA ŞER NÎŞANA SERNEKETINA DÎPLOMASIYA GLOBAL E’
Herî dawî Hisên herêmên ewle yên piştî şerê Bosnayê di pêvajoya aştiyê de hatibûn avakirin bi bîr xist û wiha domand: ‘’Şerê li Bosnayê ji hêla civaka navnetewî ve piştî bi 4 salan hate rawestandin. Lê li bara şerê navxwe yê Sûriyê, hilweşandina xwe ker û lal diin û bi tevlêbûna dewletan ev şer ev 7 sal in didome. Lê sivîl divê werin parastin. Heke ku ev şer hê jî berdewam dike ev nîşaneya neserkeftina dîploma global û hêzên navnetewî ye.’’