Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Fermandarên YJA STAR'ê û HPG'ê bi bîr xistin ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê îdîa kiribûn ku wê destpêka 2018'an PKK'ê biqedînin û gotin, "2018 diqede, PKK mezintir dibe û bi vî rengî dest bi sala nû dike."

Li Amedê çalakgerên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo sê rojan li avahiya bajêr a HDP’ê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Polîsan girtin ser avahiyê û herî kêm 25 jin destgîr kirin.

Parlementerê ji Danîmarkayê Soren Sondergaard diyar kir ku ew girîngiyê dide grevên birçîbûnê û xwest ku Ocalan azad bibe.

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk bê navber dewam dikin. Li Enqereyê di serdegirtina malan 11 kes hatin destgîrkirin.

Li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên mafan zêde dibin. Di nava 10 mehan de nêzî 10 hezar carî mafên mirovan hatine binpêkirin.

Hevberdevkê Platforma Sûrê Çetînkaya xwest, "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê tavilê bê rakirin ku qedexeya herî demdirêj a li cîhanê ye. Çetînkaya got, divê bê ronîkirin bê li wir çi qewimiye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku wan li Amedê hin çalakî pêk anî û li 12 deverên bajêr ala PKK'ê daliqande.

Ekolojîst Guner Yanliç got, di bin navê 'Veguhertina bajêr' de êrîş li taxên Amedê tên kirin û diyar kir, hewl didin dewlemendiya dîrokî û xwezayî ya Amedê ji xwe re bikin cihekî rantê.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin diyar kir ku di meha Mijdarê de 31 jin û di 19 mehên dawîn de jî 652 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.