Li Amedê 25 çalakgerên greva birçîbûnê hatin destgîrkirin

Li Amedê çalakgerên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo sê rojan li avahiya bajêr a HDP’ê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Polîsan girtin ser avahiyê û herî kêm 25 jin destgîr kirin.

Greva birçîbûnê ji aliyê 25 aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ve dihate kirin. Polîsan êrîşî çalakiya greva birçîbûnê kirin ya ku ji bo protestokirina tecrîda li dijî Ocalan û piştgirîdayîna Wekîla HDP’ê Leyla Guven dihat kirin.

Piştî nûnerên TJA dest bi çalakiyê kirin, polîsan li dora avahiya HDP'ê bi TOMA û wesayitên zirxî dorpêç kirin. Polîsan piştî ketin û derketin li endam û rêveberen qedexe kir û bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girtin.

Di dema serdegirtinê de çalakgeran dirûşmeya ‘Zext nikarin bi me’ berz kirin. Polîsan 25 jin destgîr kir. Dayîka Aştiyê ya 80 salî ya bi navê Makbûle jî hate destgîrkirin. Di dema destgîrkirinê de polîsan şîddet li jinan kir.

Li gorî agahiyan polîsan di dema destgîrkirinê de destûr nedane ku jin solên xwe jî têxin pê.

DAYIKA 80 SALÎ HATE DESTGÎRKIRIN

Piştî destgîrkirina jinan, endamên TJA’yê ji bo protestokirina destgîrkirinê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP’ê Naşîde Toprak diyar kir ku dayîka 80 salî hatiye destgîrkirin û got ku, “Nehiştine ku dayîk sola xwe jî têxin pê. Ev wijdanekî çawa ye?”

Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da. Tosûn diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Hate hînbûn ku jin di bin şertên destgîrkirinê de jî ew ê li Gerînendetiya Emniyetê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.