Li Enqereyê 11 kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk bê navber dewam dikin. Li Enqereyê di serdegirtina malan 11 kes hatin destgîrkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk bê navber dewam dikin. Li Enqereyê di serdegirtina malan 11 kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê li Enqereyê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de 11 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku der barê rojnamevan Kenan Kirkaya de jî biryara destgîrkirinê heye û di dema serdegirtinê de ne li malê bû.
Kesên hatine destgîrkirin: Rêveberê HDP'ê yê Enqereyê Abûzer Kisa, Denîz Aydin, Mûrat Çeşme, Gulnaz Bozkûrt, Sîmge Aksan, Mahmût Konûk, Ozge Çirpan, Bûrak Aydemîr, Selvî Polat, Mehmet Dersûlû û Îlker Işik.