Di meha Mijdarê de 31 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin diyar kir ku di meha Mijdarê de 31 jin û di 19 mehên dawîn de jî 652 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin rapora şîddeta li ser jin û zarokan a meha Mijdarê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di 19 mehên dawîn de 652 jin hatine qetilkirin.

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin: “Di demên dawîn de têkoşîna jinan xurt bûye lê dîsa jî bandora polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike, bênavber didome. Dewlet û saziyên wê yên heyî li hemberî şîddetê tu gavan neavêjin û zagona bi hejmara 6284 pêk nayînin. Ligel ku li hemberî hiqûqê bawerî kêm bûye jî, bi çalakiyên di meha Mijdarê de derketiye holê ku têkoşîna jinan didome.”

Di raporê de hate diyarkirin ku 31 jin hatine qetilkirin û êrîşa zayendî li 27 jinan hatiye kirin. Di raporê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku hejmarên rasteqîn ji vêya zêdetir e.