Parlementerê ji Danîmarkayê: Divê Ocalan azad bibe

Parlementerê ji Danîmarkayê Soren Sondergaard diyar kir ku ew girîngiyê dide grevên birçîbûnê û xwest ku Ocalan azad bibe.

Li hemberî tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana Kurdistaniyan a li Kopenhagenê ya ku paytexta Danîmarkayê ye geş dibe û piştgiriya ji bo berxwedanê zêdetir dibe.

Parlementerê Enhetslîstan (Lîsteya Yekîtiyê) Soren Sondergaard û Nûnerê Forûma Kurdîsk hatin serdana konê çalakiyê û ji ber têkoşîna biryardar a çalakgerên greva birçîbûnê ew pîroz kirin.

Sondergaard diyar kir ku dewleta Tirk ji bo jiholêrakirina destkeftiyên gelê Kurd êrîşên xwe zêdetir kiriye û bal kişand ser vî tiştî ku ew li ser navê Lîsteya Yekîtiyê vê polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî demokrasiyê şermezar dikin. Sondergaard di axaftina xwe bal kişand ser vî tiştî ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn û Ocalan serbest were berdan.

Sondergaard diyar kir ku ew girîngiyê didin grevên birçîbûnê ya ku Leyla Guven li girtîgehê dabû destpêkirin û li her derê belav bûye. Sondergaard got ku ew ê ji parlementeran komîteyekê ava bikin û hewl bidin biçin serdana Leyla Guven.

ÇALAKÎ DIDOME

Li qada navenda Kopenhagenê Kurdistanî greva birçîbûnê didomînin ji bo teşhîrkirina êrîş û qetlîamên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan belavok belav dikin. Çalakgerên greva birçîbûnê Tirkiyeyê teşhîr dikin û sloganên ji bo azadiya Ocalan berz dikin.