Li Sûrê kolan û mirov nehiştin, lê hîn jî 'qedexe' dewam dike

Hevberdevkê Platforma Sûrê Çetînkaya xwest, "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê tavilê bê rakirin ku qedexeya herî demdirêj a li cîhanê ye. Çetînkaya got, divê bê ronîkirin bê li wir çi qewimiye.

"Qedexeya derketina derve" ya li navçeya Sûrê ya Amedê bûye qedexeya herî demdirêj a li gelemperiya cîhanê. Ji 2'ê Kanûna 2015'an û vir ve dewam dike û 6 tax di nava vê qedexeyê de hene. Amediyan nerazîbûn nîşan dabûn, ji ber ku her 6 tax ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hilweşandin, li şûna avahiyên wan ên dîrokî, avahiyên ku qet li xem û rastiya wê ya dîrokî nayên, tên avakirin. Zêdeyî 20 hezar şêniyên Sûrê yên ji wan taxan hatin derxistin, ji neçarî li tax û navçeyên din hewl didin debara xwe bikin.

Platforma Sûrê ku hem li dijî qedexe û hilweşandina Sûrê dixeb,te hem jî ji bo malbatên Sûrê di nava hewldanan de ye, ji roja destpêkê ya qedexeyê ve vê pêvajoyê dişopîne. Hevberdevkê Platformê Talat Çetînkaya, li ser qedexeya ku 3 sal in dewam dike û rewşa malbatan ji ANF'ê re axivî.

HERÊM BI REWŞ Û RASTIYA XWE YA DÎROKÎ JI HOLÊ HATE RAKIRIN

Çetînkaya diyar kir ku 3 salên qedexekirî gelekî giran derbas bû û işaret bi binpêkirina mafên mirovan û kiryarên Rewşa Awarte kir: "Qedexeya ku beriya niha bi 3 salan li Sûrê hate ragihandin, hîn nehatiye rakirin. Qedexe li ser 6 taxan e, lê belê tevî ku ev her 6 tax êdî nînin, hîn jî qedexe dewam dike. Qedexe li dijî derketina derve ya mirovan tê ragihandin, li wê herêmê ne mirov maye, ne jî kolan.

Lê tiştekî ecêb e, hîn jî derketin û derketina wê derê qedexe ye. Zehmet e ku mirov vî mejî fêhm bikin. Me destpêkê digot, 'ji bo sûcên xwe yên li wê derê binixumînin, qedexeyê didomînin'. Lê belê ew der ji xwe niha bûye qadeke vala. Li wê qada vala nêzî 3 hezar û 400 avahî hebûn. 3 hezar wê xanî bûn. Mirov li wan xaniyan diman. Nifûsa wan mirovan bi qasî 22 hezar bû. Ev herêma ku em niha qalê dikin, bi rewş û rastiya xwe ya dîrokî bi temamî ji holê hate rakirin."

DIRÊJTIRÎN QEDEXEYA DERKETINA DERVE YA LI GELEMPERIYA CÎHANÊ

Çetînkaya anî ziman, rê û rêbaza tinekirina 6 taxên Sûrê bi tena serê xwe sûc e û wiha dewam kir: "Platforma Sûrê jî li ser vî sûcê gerdûnî sekinî. Me timî destnîşan kir ku li dijî dîrok û mirovahiyê sûc hatiye kirin. Sûr êdî ew cih e ku dema herî dirêj a qedexeya derketina derve ya li cîhanê lê hatiye ragihandin. Divê ev qedexe tavilê were rakirin û bê eşkerekirin bê li wir çi qewimiye. 3 sal in em hewl didin balê bikişînin ser vê mijarê.

Li wê derê, bi darê zorê mirov hatin koçberkirin. Li dijî xeml û rewşa dîrokî ya herêmê sûc hate kirin. Ew der ji xwe li gorî nêrîna qada navneteweyî, li gorî UNESCO'yê mîrateyeke cîhanê bû. Me hem li platformên neteweyî, hem jî li yên navneteweyî bi raporan ev yek eşkere kir. Her wiha me hewl dan em li cem malbatên ji wê herêmê hatine derxistin cih bigirin, rastiyan ji gel û çapemeniyê re ragihînin."

'MALBAT LI DIJÎ DEWLETÊ BI HÊRS IN'

Çetînkaya diyar kir, li herêmê nêzî 2 hezar mexdûrên xaniyan hatine mexdûrkirin û got, "Milkê mirovan ji wan hatin girtin. Navê 'cemawerîkirinê' li vê kirin. Ti ji malbatên li wê derê ev yek qebûl nekirin. Bi bahaneya şer û Rewşa Awarte, dengê mirovan birîn. Malbat ji destpêkê ve bi rêyên hiqûqî vê yekê dişopînin û têkoşin.

Lê belê ji ber ku demokrasî û hiqûqa navxweyî nîne, vê gavê encam bi dest neketiye. Malbat hîn jî li mafên xwe digerin. Li dijî dewletê gelekî bi hêrs in. Hem sîstema hikumetê, hem jî biryarên qedexeya derketina derve ku rê li ber hilweşîna malên wan vekir, efû nakin."

Çetînkaya diyar kir, piştgiriya wan a ji bo malbatan wê bidome û got, "Dozên ku malbatan vekirine ji xwe dewam dikin. Rêyên hiqûqî yên navxweyî hîn neqediyane. Eger dadgehên herêmî li dijî malbatan biryarê bidin, em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."