DGH'ê li 12 cihên Amedê ala PKK'ê daliqand

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku wan li Amedê hin çalakî pêk anî û li 12 deverên bajêr ala PKK'ê daliqande.

Koordînasyona DGH'ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, çalakî ji aliyê "Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhildan Garzan" ve hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, bi hevdemî li 12 cihên Amedê ala PKK'ê hatin daliqandin, bi sedan belavok hatin belavkirin, fîşekên hewayê hatin teqandin û nivîs li ser dîwaran hatin nivîsandin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên ku 26'ê Mijdarê hatin kirin, ev agahî hatin dayin:

"Li taxên Kaynartepe, Mûradiye, Korhat, Fatîh, Fîskaya, Sûr û Hûzûr Evlerî yên Amedê bi sedan belavok hatin belavkirin.

Li 12 deveran bi hevdemî ala partiyê hate daliqandin.

Li taxên Ofîs û Fîskaya yên Amedê bi hevdemî fîşekên hewayî hatin teqandin.

Li taxên Baglar, Mûradiye, Kaynartepe, Korhat û Fatîhê yên Amedê nivîs li ser dîwaran hatin nivîsandin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta tecrîdkirina Ocalan dewam bike wê çalakiyên wan jî dewam bikin û bang li ciwanan hate kiirn ku xwe bi rêxistin bikin, mêtingeriyê parçe bikin û tecrîdê bişikînin.