Yanliç: Dewlemendiya dîrokî û xwezayî tê talankirin

Ekolojîst Guner Yanliç got, di bin navê 'Veguhertina bajêr' de êrîş li taxên Amedê tên kirin û diyar kir, hewl didin dewlemendiya dîrokî û xwezayî ya Amedê ji xwe re bikin cihekî rantê.

Fîskaya cihekî girîng ê Amedê ye ku hembêza xwe ji mirovên di salên 90'î de bi darê zorê hatin koçberkirin, vekir. li pêşberî Bexçeyên Hewselê ye, lewma di hedefa êrîşên dewletê yên bi navê 'veguhertina bajar' de ye. Bi gotina 'ji bo xêra cemaweriyê', 'bi zorê kirina malê cemaweriyê' û herî dawî jî gotina 'qada rîskê' gefa hilweşînê lê tê xwarin.

Ekolojîst Guner Yanliç ji ANF'ê re axivî û diyar kir, piştî ku sektorên înşaet û tûrîzmê bi dest hevkariyê kirin, Amed jî bû hedefa êrîşên rantê. Yanliç got, bi daxwaza komên sermayeyê, hikumet avahiyên heyî hildiweşîne û ji bo hem sektora înşaetê, hem jî ya tûrîzmê xwedî bike, êrîş dike. Yanliç got, Fîskayayê jî para xwe ji vê êrîşê girtiye.

Yanliç anî ziman, qadên dîrokî Qesra Ferît û Dîcle bi bahaneya şer weke 'qada bi rîsk' hatine ragihandin û pêşkêşî rantê hatine kirin. Yanliç bi biîr xist ku ev der nêzî Bexçeyên Hewselê ye, lewma bûye hedef. Ekolojîst Yanliç diyar kir, karê rantê bi çêkirina Otela Hîltonê dest pê kiriye û got, "Çêkirina Otela Hîltonê li ser girê Fîskayayê, nîşan dida ku polîtîkayên veguherîna bjaêr wê heta niha bidomin. Fîskaya ku li kêleka Bexçeyên Hewselê ye, bala sermayeyê kişandiye."

Yanliç ragihand, Fîskaya yek ji wan qadan e ku dîroka xwe ya çandî baş parastiye û işaret bi xisara ku 'veguherîna bajar' bide vê herêmê kir. Yanliç got, "Fîskaya dewlemendiyeke çandî ye ku sê nifş bi hev re lê dijîn. Hikumet dixwaze bi rengekî ne hiqûqî û bi zorê bi deh hezaran însanî ji cih û warê wan qut bike. Ez bazwerim ku gel wê li dijî hilweşandina cih û warê xwe, mafên xwe biparêze û ji bo mafên xwe yên avahî û jiyanê têbikoşe."