2018 diqede, PKK mezintir dibe

Fermandarên YJA STAR'ê û HPG'ê bi bîr xistin ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê îdîa kiribûn ku wê destpêka 2018'an PKK'ê biqedînin û gotin, "2018 diqede, PKK mezintir dibe û bi vî rengî dest bi sala nû dike."

Fermandarên YJA STAR'ê û HPG'ê yên li dijî hêzên dagirker ên Tirk bi xurtî li ber xwe didin, bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku guh nedin derewên artêşa Tirk a dagirker.

SIYASETEKE KÛRTIR DIMEŞÎNIN

Ji fermandarên Yekîneyên Jinên Azad (YJA STAR) Têkoşîna Toprak diyar kir ku ji biharê ve artêşa Tirk li ser gerîla siyaseteke giran dimeşîne û got, nexasim polîtîkaya şerê taybet a bi rengê ku gerîla û Ocalan û gerîla û gel ji hev qut bikin, dimeşîne. Toprak got, "Antî propaganda û teknîka şerê taybet pir geş kirin. Hê bêhtir kûr kirin û bi nermî dimeşînin. Îdîaya herî mezin a dijmin ew bû ku 'kes nikaribe navê PKK'ê jî hilîne'. û ji bo vê jî seferber bûn. Vê projeya xwe didomînin."

Toprak bi dewamî got, bi hemû derfetên xwe li gel operasyonên zêde hê jî bi ser wan de tên û li gel vê jî ti encamek bi dest nexistine. Toprak diyar kir, propagandaya 'me ew tine kirin, tine dikin'' pûç bûye û anî ziman, ku çalakiyên wan jî vê rastiyê nîşan didin.

ÇAND Û MÎRATEYA GERÎLA

Toprak got, ji ber sedema çand û mîrateya dîrokî ya gerîla dewleta Tirk tiştek bi ser nexistiye û wiha domand: "Ji bo çanda gerîla pûçkirina teknîka dijmin pir hêsan e; ji bo gerîla ya esas ew e ku li ser vê çandê xwe kûr bike. Gerîla di hemû şert û mercan de, her dem û demsalê rêxistiniya xwe dike, tevdigere, lojîstîka xwe zêde dike û çalakiyan dike. Gerîlatiya demê, li ser van esasan plansaziyên dijmin ên sala 2018'an pûç kir. Gerîlayên Apoyî di her rewşê de wê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."

LI GEL ZIVISTANÊ JÎ...

Toprak ragihand, gerîlayên YJA STAR'ê û HPG'ê aniha jî bi pozîsyona çalakiyê ne û got, "Em ketin zivistanê, li gel ku berf ketiye û dijmin hemû teknîka xwe bi kar tîne jî gerîla di rewşa çalakiyan de ye. Em gerîla ne; dezavantajên hemû demsalan hene. Em ketin sala 41'ê. Êdî ev tecrûbeyeke wiha ye ku rêxistiniya xwe dike û tevdigere. Herî dawî çalakiyên li Gever, Şemzînan û Heftanînê hatin dîtin û çalakiyên ku didomin hene. Niha pêvajoya ku em tê de ne ne tenê ew e ku teknîka dijmin were pûçkirin, her wiha bi çalakiyên xurt, divê em neyinê bikin heyî."

TEKNÎKA HERÎ PÊŞKETÎ MIROV E

Torpak diyar kir, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr helwesteke pir cidî nîşan dane û got, "Rêber Apo her carê bi bîra me xist ku teknîka di dest dijmin de di destê me de tine ye, lê dibêje, 'hûn gerîla ne. Yê ku teknîkê îcad dike mirov e û teknîka herî mezin mirov e'.  Ev gotin  dema hewldana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ya sala 2018'an  rêbertî ji me re kir. Dewleta Tirk a dagirker tiştek bi ser nexist û wê bi ser nexe jî. Gerîla bi cih û war bûye û bi wan waran re bûye yek. Li dijî dagirkeriyê dîwar ava kirine. Dijmin kete çiravê. Nikarîbû serê xwe jî rake. Em di her şert û mercî de milîtanên Apoyî ne."

DIJMIN HEWCEYÎ TEKNÎKÊ YE

Yek ji fermandarên ciwan ê Hêzen Parastina Gel (HPG) Erdal Serdeşt jî got, dewleta Tirk ev 41 sal in raya xwe ya giştî dixapîne û domand, "Ev 41 sal in eynî çîrokê dibêjin. Jê aciz nebûn ku tim bibêjin, 'Îro nebû sibe, sibe nebû roja din, vê biharê, vê zivistanê vê salê em ê PKK'ê biqedînin'. Li bara wan jî tevgerek heye ku tim rêxistiniya xwe dike û mezin dibe." Serdeşt got, tenê heke mirov li çalakiyên îsal binere her tişt li ber çavan e. Serdeşt wiha domand: "Li ber me dijminekî wiha heye li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bara çalakiyên gerîla ji bilî teknîkê nikare tiştekî bike. Dijmin di vî şerî de baweriya xwe tenê bi teknîkê heye."

JI DEREWÊN MEDYAYÊ BAWER NEKIN

Serdeşt diyar kir medyaya Tirk ji bo sûcên şer veşêre û windahiya leşkerên Tirk veşêre tê bikaranîn û amaje bi nûçeyên bi rengê 'qeza, qufilî, qezaya perwerehiyê, birûskê lê da' kir. Serdeşt got, divê gelên Tirkiyeyê li bara derewên medyaya Tirk şiyar bin û got, "Gelên Tirkiyeyê divê rûyê rast ê şer ku artêşa dagirker vedişêre bibînin, guh bidin rastiyê. Gelên Tirkiyeyê her wiha divê hovîtiya artêşa dagirker a Tirk a li ser gelê Kurdistanê bibînin."

ŞER, GEL ŞEPIRZE DIKE

Serdeşt bi bîr xist, aboriya Tirk hildiweşe û teknîka zêde ya di şer de tê bikaranîn ji bêrîka gelên Tirk dixwe û got, "Şer, gel pir şepirze û hejar dike. Divê gelên Tirkiyê bibînin ku desthilat her ku diçe zengîn dibe û gel jî feqîr dibe."

HAY JI DEREWÊN WAN HEBIN

Serdeşt got, li bara PKK'ê ku mehên pêşî yên salê digotin 'vê biharê em diqedînin' artêş û dewleteke têkçûyî heye û domand, "Van rojên zixistanê û rojên dawî yên salê, em ji berxwedana xwe dizanin ku soza ku dane gel bi cih nanîne, lê em ji gelên Tirkiyê jî dixwazin ku hay ji rastiyê hebin."

ZIVISTAN HAT, GERÎLA WÊ RANEWESTIN

Serdeşt diyar kir, ew ketine demsala zivistanî, gerîla jî li cihê xwe bi cih bûne, çalakiyên xwe jî didomînin, derewên dewleta Tirk jî di dest wan de mane û got, bi gotinên mirina bi 'qezayê, bi qufilînê, bi qezayên perwerehiyê' mirina leşkeran tê veşartin. Serdeşt wiha doman, "Bêyî ku em guh bidin derewên dijmin, em ê çalakiyên xwe bi serketî bidomînin. Tiştekî ku ji dest me biçe tine, azadiyeke me heye ku em ê bi ser bixin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, li dijî hemû hovîtiya li ser gelê xwe jî wê bibêje, raweste."