Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn: Li Îmraliyê 19 sal e bi awayek sîstematîk tecrîd heye. Tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Tirkiye bi tecrîda li ser Birêz Ocalan hemû rêgezên hiqûqê binpê kiriye û dixwaze bi rêya hiqûqê êşkenceyê rewa bike.

Qedexeya derketina derve ya ku li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûrê ku 2'yê Kanûna 2015'an dest pê kirî sê sal li pey xwe hişt û li dewleta Tirk zêde kir ku ji vê hêlê ve bibe yê pêşî.

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir Rûsya, Îran  dewleta Tirk berbi  şerekî ya bi navenda Sûriyê ve tehf didin û got hedefa sereke ya dewleta Tirk jî parçekirina Sûriyê ye û beşek xakê ji Sûriyê veqetîne.

Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û 14 jin grêva birçîbûnê ya 10 rojan dan destpêkirin.

Tevgera Azadî diyar kir girtina partiya wan bi kêrî dewleta Tirk a dagirker tê û got, ''Partiyên li herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî vê divê helwestê nîşan bidin. Hikûmeta Iraqê jî divê bêdeng nemîne.''

Dayikên Şemiyê ji bo parêzerên xwe Şevket Epozdemîr û serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî civiyan ên ku ji aliyê dewletê hatibûn qetilkirin.

Di çalakiyên ji aliyê ‘Êlek Zerkan’ve ku li gelemperiya Fransayê hate lidarxistin, nêzî 100 hezar kes tevlî bûn. Bi polîsên Parîsê re şer qewimî, nêzî 220 kes hatin destgîrkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Bi hezaran kesên li Berlînê li dijî  25’emîn a salvegera qedexeya Elmanya ya PKK’ê daketibûn kolanan, hemû qedexeyên Elmanya têk birin; dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîrkirin, wêneyên Ocalan û alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan.