Tevgera Azadî: Bi daxwaza  Tirkiyê ofîsa me hate girtin

Tevgera Azadî diyar kir girtina partiya wan bi kêrî dewleta Tirk a dagirker tê û got, ''Partiyên li herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî vê divê helwestê nîşan bidin. Hikûmeta Iraqê jî divê bêdeng nemîne.''

Di 25’ê mijdarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyê diyar kir ku ew ê partî û rêxistinên ku fermiyeta wan nîn e, bigirin. Piştî vê biryarê 4 baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatin girtin. Li ser girtina baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sefîrê Tirk yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û di heman demê de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê weke'terorîst' bi nav kir. Hevserokatiya Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê bersiv da.

Tevgera Azadî eşkere kir ku yê bi terorîstiyê sûcdare dewleta Tirk e û li her cihî dewleta Tirk piştgiriya terorê dike.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî wiha tê gotin,"Daxuyaniya nûnerê Tirkiyeyê ya li nava xaka Herêma Kurdistanê, ji derveyî binpêkirina serwerî û rûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, derbaskirina hemû sînorên îdarî û siyasî û şkandina hemû pîvana ne. Bi taybet Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê destûra fermî heye û xebatekî siyasî li ser bingehê demokrasî û aştiyê dike. Xwedî helwestekî neteweyî ye û ti hêz û aliyek nikare weke teror bi nav bike. Herwiha ti kes nikare bi sûcekê tewanbar bike."

Tevgera Azadî diyar kir ku tevî ku gelek bertek li hemberî êrîşên li ser wan hene jî, hîn ev êrîş berdewam dikin.

 Tevgera Azadî bi bîr xist ku ji destpêka damezrandinê ve ji bo fermiyetê serlêdan kirine, lê hîn bersiva wan nedane. Di daxuyaniyê de tê gotin ku hinek caran biryarên ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tên derxistin dikevin di berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê û wiha tê gotin; "Tevî vê jî ji aliyê Iraqê ve weke hemû partiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê fermiyeta me ya fermî heye. Mafê me heye ku li her  19 parêzgehên Iraqê baregehên xwe vekin û karê xwe yê siyasî bikin."

Tevgera Azadî bal kişand li ser daxuyaniya sefîrê Tirk û wiha tê destnîşan kirin;" Di roja 29'ê Mijdarê de, nûnerê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay destxweşî li desthilat û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û Tevgera Azadî weke terorîst bi nav kir. Me got ku wê kî ji ber vê biryarê sûd bigire, eşkere bû tenê dagirkerên Kurdistanê. Me gotibû, li ser helwesta kê em hatine qexekirin. Ne li ser mijara qanûnî."

'TIRKIYE DIXWAZE HERÊMA KURDISTANÊ RÊ VE BIBE'
Di dawiya daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê wiha tê gotin;"Êdî Tirkiye dixwaze li Herêma Kurdistanê bibe walî û bi rê ve bibe. Divê hemû kesên xwedî helwest vê qebûl nekin. Em vê pirsê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin, ger nûnerekî Tirk ji bo xwe vî mafî dibîne ku hemû sînoran derbas bike, êdî serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê li kûderê ye. Divê bersiva Tirkiyeyê were dayîn. Eger desthilat ji ber berjewendiyên xwe qebûl dike, divê gelê me qebûl neke.

Divê komên partiyan ên li Parlamentoya Iraqê û Herêma Kurdistanê li hember bibin xwedî helwest. Divê hikûmeta Iraqê jî bêdeng nemîne. Bêdengbûn helwestekî teslîmbûyê ye. Wê Tirkiye neraweste. Hinek hêz û alî jî alîkariya Tirkiyeyê dikin. Emê vê mijarê bikin rojeva xwe û em ê li hember bêdeng nemînin. Emê hemû rêyên qanûnî bi kar bînin."