Keskîn: Tecrîd  ji sînorên Îmraliyê bihuriye

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn: Li Îmraliyê 19 sal e bi awayek sîstematîk tecrîd heye. Tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Tirkiye bi tecrîda li ser Birêz Ocalan hemû rêgezên hiqûqê binpê kiriye û dixwaze bi rêya hiqûqê êşkenceyê rewa bike.

Hevdîtinên parêzeran ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hinceta ‘koster xerabeye’, ‘muxalefeta hewayê’ tên astengkirin. Ji îlona 2016’an heta niha jî Ocalan bi malbata xwe re jî nikare hevdîtinê bike. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di roja 24’emîn de didome ji ANF’ê re axivî.

‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎD BI SÎSTEMATÎK DIDOME’ 

Keskîn da zanîn ku dema birêz Ocalan di encama komploya navneteweyî de rasdestî Tirkiyeyê kirin ew ji yek 12 parêzerên Ocalan bû û wiha axivî: “Li Girtîgeha Îmraliyê ji roja ewil heta niha bi awayek sîstematîk tecrîdek tê meşandin. Tecrîda li dijî birêz Ocalan li dijî qanûnên Tirkiyeyê bi xwe ne û her ku diçe ev tecrîd kûr dibe. Di dema pêvajoya aştiyê de kêm jî be tecrîd sivîk bû, lê em niha dinêrin tecrîd sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Tirkiyeyê bi tecrîda li ser birêz Ocalan de hemû rêgezên hiqûqê binpê kiriye û dixwaze bi rêya hiqûqê îşkenceyê rewa bike. Demek dirêj e birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, ev jî rabaza şerê taybete û ev yek li dijî hemû rêgezên mafê mirovan e. Em weke parastvanên mafê mirovan bi tu awayî vê şêwaza îşkenceyê qebûl nakin.”

‘BIRYARÊN DER BARÊ OCALAN DE POLÎTÎK IN’ 

Keskîn bal kişande ser biryara redkirina serlêdana parêzeran a ji bo îşkence û pêkanînên dijmirovî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a DMME’yê û wiha pê de çû: “Di hiqûqê de dema biryar bê dayîn divê nasnameya kes yan jî kesê bingeh neyê girtin û li gorî rêzgeza hiqûqê tevbigere. Ya girîng li binpêkirina mafan heye yan tuneye. Divê jiyana mirovan bingeh bê girtin û hiqûq bikeve dewrê. Mixabin weke ku li Tirkiyeyê, li welatên Ewropa jî biryarên siyasî tê girtin. Biryara DMME jî li dijî hiqûqiyê ye û siyasî ye. DMME ev demek dirêj e îmajek li alî dewletan nîşan dide. Biryarên ku der barê birêz  Ocalan de hatine dayîn jî polîtîk in. Tecrîd bi tena serê xwe îşkence ye. Em tenê tecrîdê li ber çavan bigirin divê DMME biryara redkirinê nedana.” 

‘ÇALAKIYA GUVEN QANÛNÎ YE’ 

Keskîn, bal kişande  ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di roja 24’emîn de didome bi bîr xist û got: “Em weke ÎHD li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger in, lê belê di gelek deman de jî ji bo mirov bigihe armanca xwe dest bi greva birçîbûnê. Daxwazên Guven qanûnî ye. Li gel ku li Tirkiye ev yek tê zanîn  û hiqûqa înfazê heye jî înfaza hiqûqê li ber çavan nabe. Tişta li Îmraliyê pêk tê li dijî hiqûq û qanûnan e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê heta dawî piştgiriyê bidin Leyla Guven. Divê rêxistinên Demokratîk jî li dijî çalakiya Guven têkevin nava tevgerê û bêdeng nemînin. Heta niha me gelek mirov winda kirin. Lê em naxwazin ku Leyla Guven winda bikin."

GUVEN: TU KES JI BO EZ DAWÎ LI ÇALAKIYÊ BINIM SERDAN MIN NEKIN 

Keskîn bal kişande ser rewşa tendirustiya Guven û wiha got: “Leyla Guven jinek 55 salî ye û nexweşiya wê ya ‘hipofiz adenom’ heye. Berî çalakiyê heftiyê du caran derman bikar di anîn, piştî dest bi çalakiyê kir û vir de derman bikar nayne. Berî her tiştî ewlehî û tendirustiya Guven ji bo me girîng e. Piştî me bi Leyla re hevditin kir û pirsa 'Tu çima ketiye grevê? pirsî  Guven got, 'Niha li ser Ocalan tecrîdek giran heye. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe min dest bi vê çalakiyê kir. Berê jî hevdîtin hatin kirin bi axaftinê rêya çareseriyê dikare bê ditin. Dikare şer û pevçûn raweste. Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim. Ez li dijî tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li girtîgehên din ketin grevê. Ez hêvî dikim tu kes bi daxwaza dawî li çalakiya xwe bîne serdana min neke, heta çalakiya min bigihe armanca xwe ez bi biryarim û ez ê çalakiya xwe bidomînim. "