Dayikên Şemiyê ji bo parêzerên xwe civiyan ên ku hatine qetilkirin

Dayikên Şemiyê ji bo parêzerên xwe Şevket Epozdemîr û serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî civiyan ên ku ji aliyê dewletê hatibûn qetilkirin.

Dayikên Şemiye ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 714'an de çalakiya şemiyê li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê rastî dorpêç û astengiya polîsan hatin. Polîsan careke din Dayikên Şemiyê asteng kirin û destûr nedan ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Polîsan beriya çalakiyê kolana ku avahiya Şaxa ÎHD'ê lê ye dorpêç kirin. Tevî dorpêç û hemû astengiyan dîsa Dayik û mirovên Şemiyê li avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikan tîşort û êlekê ku wêneyên zarok û xizmên xwe yên winda li ser heye li xwe kirin. Dayikan wêneyên zarokên xwe yên winda hembêz kirin û qurnefil xistin destê xwe. Di çalakiya îro de Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Zeynel Ozen, Dilşad Canbaz û Parlamenterê CHP'ê  Sezgin Tanrikulu, lîstikvan Nûr Surer û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.

LI AQÛBETA PARÊZERÊN QETILBÛYÎ HATE PIRSÎN

Dayikan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Serokê Baroya Amedê parêzer Tahîr Elçî û li ya parêzer. Şevket Epozdemir pirsîn. Vê hefteyê Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak daxuyanî da û wiha got: "Em ji bo parêzerên xwe edaletê dixwazin. 15 hefte ye Qada Galatasarayê li çalakiyê me hatiye qedexekirin. Mafê me yê daxuyaniyê li dijî zagonan ji destê me hatiye girtin. Tu dewlet heta ku venêrtina hiqûqê ya li ser zagon, rêvebirin û çêkirina zagonan tune be ew dewlet nabe dewleta hiqûqê. Di çalakiya me ya hefteya 714'an de ji bo em aqûbeta parêzerên xwe Şevket Epozdemîr û Tahir Elçî, em li hev kom bûn.

‘ELÇÎ Û EPOZDEMÎR GELEKÎ TÊKOŞIYAN’

Ocak, destnîşan kir ku Elçî û Epozdemîr, bi evîna parastina hiqûqê li dijî sûcê mirovahiyê têkoşiyan û wiha got: "Elçî û Epozdemîr ji bo faîlên van sûcan bên ronîkirin têkoşiyan. Ji ber vê yekê rastî zext û tundiyê hatin. Ji bo mafê mirovan neparêzin rastî gefan hatin. Lê dîsa wan xebatên xwe berdewam kirin. Nûnerê ÎHD'ê yê TeTwanê Şevket Epozdemîr, li dijî îhlalên giran ên salên 90’an, ji ber li dijî binpêkirina mafan têkoşiya, gef lê hate xwarin. Di 25'ê Mijdara 1993’an de ji mala xwe rat revandin û roja dîtir li nêzî navçeya Norşînê kuştî hat dîtin. Malbatê serî li hemû rêyên zagonî dan. Lê heta niha kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Lêpirsîn 17 sal piştî cînayetê pêk hat. 25 sal in hêj cînayeta Şevket Epozdemîr nehatiye ronîkirin. Ji bo ronîkirinê lepirsinek çalak nehatiye kirin. "

‘TAHÎR ELÇÎ LI DIJÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYA’

Ocak, bal kişand ser têkoşîna Elçî jî û wiha got: "Tahir Elçî, li dijî sûcê mirovahiyê têkoşiya. Parêzerekî li dijî sûcê mirovahiyê têdikoşiya. Ji ber vê yekê rastî gefên mezin hat. Dema Serokê Baroya Amedê bû kirin hedef û lînc kirin. Di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê dema ji bo parastina nirxen dîrokî û çandî daxuyanî didan guleyek berdan serê wî û kuştin.  Lêkolîna cihê bûyerê 111 roj şûnde kirin. Di ser cînayetê re 3 sal borîn, lê hêj tu lêpirsîn tune ye."

Ocak anî ziman ku daxwazên wan pir aşkere û zelal in û wiha bi dawî kir: "Daxwazên me pir zelal in. Em edaletê dixwazin. Ji bo parêzerên xwe Elçî û Epozdemîr em edaletê dixwazin. Em qada Galatasarayê ku ji bo windayan lê kom dibin dixwazin. "

Piştre biraziyê Epozdemîr Firat Epozdemir  jî axivî û wiha got: "Epozdemir bi her awayî helwestek bi rêgez û bi pîvan nîşan da. Bi baweriya mafên mirovan û demokrasiyê nêzî pîşeyê xwe yê parêzeriyê bû. Pir nêzî xweza, mirovan û bi taybetî pir nêzîkî zarokan bû. Bi zarokan re zarok û bi mezinan re mezin bû. Her dem li cem gel cih digirt. Ji bo gel ronî bike wekî findekê bû. Di nefesa xwe ya dawî de bi ken çavê xwe girt. Rêya parêzer Medet Serhat, parêzer Faik Candan, parêzer Fûat Erdogan, parêzer Tahir Elçî û parêzer. Şevket Epozdemir rêya me ye."

Bavê nûçegîhanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993’an de li Bedlîsê hat kuştin, Îshak Tepe  jî diyar kir ku bi salan li gel Şevket Epozdemir xebitî û wiha got: "Epozdemîr hem hevalê min bû û hem jî parêzerê min bû. Di sala 1993'an de Fermandarê Tûgaya Tetvanê General Korkmaz gef lê xwar. Piştî civîna ku gef li parêzer xwar 15 roj şûnde kurê min Ferhat Tepe û 3 meh şûnde jî parêzer Şevket Epozdemîr kuştin. Ji bo general Tagba bê darizandin me serî li hemû saziyan da. Em ê lêgerîna mafên xwe berdewam bikin.”