Tuncel û 14 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û 14 jin grêva birçîbûnê ya 10 rojan dan destpêkirin.

Grêva birçîbûnê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 24’an de didome. Bi heman daxwaza grêvên birçîbûnê yên dorveger ya 10 rojan berbelav dibin. Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û 14 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa F a Nimre 1 ya Kandiraya Koceliyê greva birçîbûnê ya 10 rojan dan destpêkirin.

Tuncel li ser navê girtiyên ku beşdarî grêva birçîbûnê bûyîn ev peyam parve kir; “Daxwazên Leyla Guven ne tenê daxwazên wê ne, daxwazên bi mîlyonan Kurd û dostên Kurdan e.  Ji ber vê yekê ji bo têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya gelê welatê me, Azadiya Birêz Ocalan teqez divê pêk bê û rastiyek dîrokî ye. Divê dawî li tecrîda li ser Rêzdar Ocalan were û şert û mercên ewlehî û tenduristiyê pêk werin. Ji bo wê jî li Girtîgeha Kandirayê 15 jinên girtî greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojan didin destpêkirin. Em bang li hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li van daxwazan derkevin û têkoşîna azadiyê geştir bikin.”