Qeyîmkirina mêtingeriyê ya li Sûrê kete 4 saliya xwe

Qedexeya derketina derve ya ku li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûrê ku 2'yê Kanûna 2015'an dest pê kirî sê sal li pey xwe hişt û li dewleta Tirk zêde kir ku ji vê hêlê ve bibe yê pêşî.

Êrîşa dagirker ku 2'yê Kanûna 2015'an li Sûrê ya Amedê dest pê kirî, li dijî komek berxwedêr veguherî tinekirina hemû taxan. Piştî berxwedana 103 rojî tehrîbata bi mebesta ku mêtingerî ji nû ve were tehmkîmkirin bê yî ku sînorekê nas bike dom kir. Li gel ragihandina ku li Sûrê şer sekiniye û dewletê Adara 2016'an bi 'fermî' ragihand ku operasyon qediyaye jî, hê jî ketin û derketina herêmê qedexe ye û mekîneyên kar avaniyan hildiweşînin.

Piraniya şeniyên taxan şûnwarên xwe terk kirin û neçar man ku koç bikin. Piştre çûna ser şûnwaran hate qedexekirin û dest bi hilweşandinê kirin.

Şûbeya Amedê ya Odeya Mîmaran bang li Komîteya Mîrata Cîhanê ya UNSECO'yê, aliyên têkildar, raya giştî ya navnetewî dike ku berpirsyarî rabin.

DEWLETA TIRK TEROR DIKIR

Piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an dewleta Tirk bi rengekî bê hiqûqî û bê exlaqî bi ser malan de girt, dest bi êşkence û destgîrkrinê kir. 9 mehên pêşî yên 2015'an dewleta Tirk êrîş bire ser 74 xwepêşdanên civakî, 88 kes birîndar bûn. Berê sibehê bi ser 975 malan de girtin û deriyê wan şikandin. Dema ku bi ser malan de girtin hêzên dewletê çek kirin serê maliyan, êşknce û tehde li wan kirin. Dema serdegitina malan û êrîşa ser xwepêşandan 283 jê zarok, 3 hezar û 564 kes hatin destgîrkirin. 41 jê zarok 788 kes hatin girtin. Di destgîrkirinê de êşkence li 86 welatiyan hate kirin, li ser 766 kesî bi sedemên polîtîk lêpirsîn hatin destpêkirin û cezayê neheq li 357 kesî hate birîn.

PARASTINA BI XWERÊVEBERIYÊ

Li dijî vê teror û êrîşkariya dewleta Tirk, bi mebesta ku pêşî lê were girtin ciwanên taxaan xendek kolan, barîkat danîn, li taxên ku dora wan bi Sûran pêçayî xetên parastinê hatin avakirin, daxwaze rêveberina mal, kuçe, tax û bajêr bi xwerêberiyê hate ragihandin. Meclîsa Gel a Sûrê Tebaxa 2015'an li ber Komeleya Welatiyên Azad a Taxa Hasirliyê, bi dirûşma, ''Em dixwazin bajarê xwe û xwe rê ve bibin' xwerêberî ragihandin.

DEWELETÊ TUNDIYA XWE ZÊDE KIR

Piştî ragihandina xwerêberiyê 19'ê Tebaxa 2015'An Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût hatin destgîkriin. Piştî ku li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin hevşaredar û û Hevserokên DBP'yê yên Sûrê Alî Riza Çîçek û endamên DPB'ê jî di nav de 7 kes bi daxwaza girtinê birin Hakimtiya Cezayê yê Sulhê ya Nobeder. Hevşaredar bi  ''sûcê têkbirina yekîtiya dewletê, dabeşkirina beşek xakê ya ji bin serweriya dewletê'' 23'yê Tebaxa 2015'an hatin girtin.

4 ABLÛKAYÊN PÊŞÎ

Di navbeyna 6'ê Îlona 2015'an û 30'ê Mijdara 2015'an de li ser 15 taxan û kolanekê bi tevahî 4 caran û 8 rojan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Ablûka pêşî 6'ê Îlona 2015'an des pê kir û heta 7'ê Îlonê dom kir. Di vê ablûkayê de 2 Tîmên Taybet hatin kuştin û 3 polîs birîndar bûn Dewleta Tirk li ser taxên ku qedexe hatî ragihandin, elektrîk, av, xeta înterê birî, hêzên çekdar ên dewletê bi rasthatinî li taxê reşand.

Ablûkaya 2'yan 13'ê Îilonê dest pê kir û 14'ê wê qediya. Hêzên dewleta Tirk li Baxlarê 11'ê Îlonê Rûken Demîr a 18 salî qetil kir. 13'ê Îlonê li Farqînê çalakiyek rokêtê hate kirin û polîsek hate kuştin û li ser vê qedexe hate danîn.

Polîsan êrîş bire ser kesên ku qedexe protesto kirin û 4 kes birîndar bûn. Makbûle Ermiş a 80 salî ku ku li kurê xwe digeriya hate birîndar kirin. Hr wiha polîsan Wekîlê HDP'ê Çaglar Demîrel jî bi fîşeka bombeya gazê birîndar kirin.

Ablûka sêya 10'ê Cotmehê dest pê kir û 13'ê Cotmehê bi dawî bû. Hêzên Tirk Halîl Tuzulerk ên ku çûbû ser banê xwe qetil kirin. Her wiha polîsan Hêlîn Şen a 14 salî jjî qetil kirin. 10'ê Cotmehê li dijî polîsan di çalakiyê de 1 polîs hate kuştin û 2 polîs birîndar bûn.

Ablûkaya 4'an li ber Mînareya Çarling Serokê Baroya Amedê daxuyanî da, bi mebesta ku balê bikişîne ser ziyana gihayî ser mînareyê, ku bi êrîşa hêzên dewltê ziyan gihabû ser. Dema daxuyaniya çapemeniyê di têketa kuçeyê de du kesên di texsiyekê de bi polîsan re şer kirin, 2 polîs hatin kuştin, 2 kes dema ku ber bi cihê daxuyaniyê ve baz didan polîsan li wan reşand û Tahîr Elçî hate qetilkirin. Li ser vê qedexeya derketina derve hate ragihandin û heta 30'ê Mijdarê dom kir.

HAZIRIYA JI BO ABLÛKEYA DAWÎ

Ablûkaya 5'an 2'yê Kanûna 2015'an dest pê kir û piştî 8 rojan 10'ê Kanûnê hate rakirin. Şêniyên taxê bi fikira ku wê dîsa qedexe were ragihandin neçar man ku malên xwe berdin.

ABLÛKAYA KU DAWÎ LÊ NEHAT

Ablûkaya 62'an 11'ê Kanûna 2015'an dest pê kir û bi salan dewm kir.
 
HEMÛ HÊZA XWE YA ŞER BIRIN SÛRÊ

Bi qedexeyên ser Sûrê re şer her roj girantir bû, JOH û POH berdan taxan. Piştre tang û ceredewan şandin ser taxê. Piştre yekîneyên bijarte yên artêşa Tirk 'Bordo Berelî'' yên Fermandariya Hêzên Taybet şandin Sûrê û komandoyên SAT'ê. Ji jor ve jî rojê 24 seatan helîkoptêr û Heron firandin. Sûr ku tenê 100 ciwan lê bûn ji hêla bi deh hezarna leşker û polîsan ve hate pêçan û 103 rojan şer lê çêbû.

YA KU QEYDÎ ROJNIVÎSKA SÛRÊ BÛYÎ

Li ser israra fermandarê berxwedana Sûrê ku mîna ''Egîdê şerê bajêr'' dihate dîtin Xemgîn Roj (Alî) rojnivîska Sûrê nivîsîbû.  Li gorî rojnivîskê pêvajoya ber bi 2'yê Kanûnê 21'ê Tebaxê bi pêşengiya Berfîn li Sûrê berxwedanê dest pê kiribû. Piştî êrîşa hêzên Tirk ku saet 23.00'an dest pê kiribû û heta sibehî dom kiribû Berxwedan şehîd bû.

Piştî teqwîyeya nû ya cebilxaneyê 5'ê Îlonê dîsa berxwedanê dest pê kir, Berfîr 8'ê Cotmehê li Baxlarê di malekê de piştî ku hêzên Tirk bi ser de girtin bombe bi xwe de teqand û şehîd bûn. Hêzên Tirk 10'ê Cotmehê dîsa êrîş anîn, 4 rojan dom kir. 6'ê Mijdarê şer dîsa dest pê kir û di şer de Avesta (Ferhat Dogru) şehîd bû.

Piştî ku şer giran bû YGH veguehrî ser YPS'ê û şervanên YPS'ê di nav şer de haziriya xwe kirin.

Ji 5'ê Mijdarê heta bi 28'ê Mijdarê nêzî 80 yekîneyên çekdar rêxistiniya wan hate kirin, cebilxane hate stokkirin.

Mazlûm ê ku di nav tîma bi tevger de bû 26'ê Mijdarê li Baxlarê şehîd bû. 2 YPS'yî ku ji ser cenazeyê Mazlûm vegeriyan Sûrê û polîsan xwest wan bisekinînin şer derket û du polîsa hatin kuştin.

KANÛNA BERXWEDANÊ

Ablûka ya ku 29'ê mehê hatî rakirin piştî bi du rojan 2'yê Kanûnê dîsa dest pê kir .Rûken li Dagkapiyê di şer de şehîd bû.

Li gorî rojnivîskê Kanûnê, di roja duyan a berxwedanê de Zinar (Mehmet Demîreş) şehîd bû.

Piştî ku 9 rojên pêşî dwleta Tirk windahiyên giran dan ragihand ku qedexe ji bo 17 saetan hatiye ragihandin. Ablûka nehatbû rakirin tenê ji bo 100 metroyî pa ve hatibû kişandin, wiha kiribûn ku sivîl bi kontrolkirî derkeevin. 10'ê Kanûnê bi hezaran sivîl ketin taxê û jê derketin. Beşekî mezin ê sivîlan ê ku mabû ji qadê derketin.

BI HEMÛ HÊMANÊN XWE VE ARTÊŞA TIRK

Artêşa Tirk bi tang û topên xwe xwe, bi hawan û leşkerên xwe ve hate ser navçeyeke biçûk a Kurdsitanê. Piştî ku artêşa Tirk jî tevlî nav şer bû li derdora Kurşunlu êrîş sivik bûn û êrîş ji Keçî Burcu çûne ser Yenîkapi. Bi êrîşa ser mewziya Hebûn rengê êrîşê  guherî. Ji mewziyê tiştek nema. Piştî ku parçeyek ji guleya tangê hate dîtin rewş dihate fêhmkirin. 

Ji bo ku pêşî li hêzên tangê were girtin çeka B-7 û Zagros hebûn. Wesayitên ku derb dixwarin diçûn û hine nû dişandin ser Sûrê.

17'ê Kanûnê Şervan ji serê xwe birîndar bû.

MUDAHELEYA ÇALAK A ÇIYAGER

Piştî derbên tangê 6-7 malan bi paş de diçûn. Piştî ku wesayita zirxî li pêşberî malekê radiwesiyan ji wan weye ku nema dikarin li wir bisekinin. Lê Çiyager wê demê bi çalakî mudahele kir û kir ku rewş biguhere.

23'yê Kanûnê rewşeke ku zorê li berxwedêran bike çêbû. Dema ku Mustafa li Kurşunluyê bûn digotin 'pişta me asê ye'' ji bo Yogurt Pazari jî Delîl ewlehî dida. Lê dema ku hewl dan ku bikevin dibistanê Mazlûm (Îsa Oran) û Delîl (Mesût Sevîktek) şehîd bûn.

Dewrîm kete şûna Mazlûm. 22'yê Kanûnê Ararat (Serhat Dogan) şehîd bû.

Kêlî bi kêlî dema berxwedanê ku hewl dihate dayin dijmin bi pêş ve neçe 30'ê Kanûnê Devran (Ramazan Ogut) şehîd bû.

13'ê Kanûnê Zozan piştre Nûda (Nûcan Malatya) û Ismaîl (Lezgîn) ji piyê xwe birîndar bûn.

Dema berxwedana Sûrê artêşa Tİrk êrîşeke berfireh a ji şerê navxwe jî derbas dikir dianî ser komek ciwanê Kurd, şerê taybet jî bi kar dianî. Hijmara kuştiyên xwe vedişart.  Berxwedêran girîngî didan ku çekên miriyên wan bi dest bixin. Her çekek ispata kuştiyên wan bû. Di pêvajoya dawî ya berxwedanê de gelek çekên artêşa Tirk hatin bidestxistin.

LI GORÎ BÎLANÇIYA FERMÎ 71 ENDAMÊN HÊZÊN DEWLETÊ HATIN KUŞTIN

Li gorî bîlançıya fermî di berxwedana 103 rojan de, 2 jê serpêl, 2 jê sîtvan 53 leşker, 17 polîs, 1 jê cerdewan bi tevahî 71 hêzên çekdar ên dewletê hatin kuştin. Bi kêmanî 392 leşker, 128 polîs û 3 jê cerdevan bi tevahî 523 endamên hêzên dewletê birîndar bûn.

ÊŞKENCEYA CENAZEYAN LI MALBATAN KIRIN

Di vê maweyê de piranî jê yên endamên YPS'ê û YPJ-Jin 90 kes şehîd bûn. Di çalakiyên protestoyê de yên ji bo şikandina dorpêça li Sûrê 11 kes hatin qetilkirin. Cenazeyên endamên YPS- YPS-Jin bi rojan li kuçeyan man. Malbatn piştî grêva birçîbûnê ya bi rojan cenaze standin.