Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Ji fermandarên HPG'ê Şiyar Adiyaman bal kişand ser desteka Gladîoya hêzên navneteweyî ya ji bo Tirkiyeyê û got, "Em ê tifaqa we ya paşverû ji hev bixin. PKK a ku bi 6 kesan dest pê kir, eşkere ye ku têk naçe."
Salvegera damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Endamê Fermandariya Biryargeha NPG'ê Bahoz Erdal li merasîmê axivî û got, "Têkoşîn û berxwedana PKK'ê wê gelên Kurdistan, Tirkiye û herêmê azad bike."
Bi operasyonên qirkirina siyasî li Stenbol, Meletî û Rihayê herî kêm 55 kes hatin destgîrkirin.
Hejmara kesên di serdegirtinê danê sibê yên li ser malan yên li Şirnexê de hatin destgîrkirin gihişte 50 kesî.
Li Sûka Girtî ya Kerkûkê ku gelek tax, kolan û bi sedan dikan lê ne, şewat derket. Herî kêm 300 dikan şewitîn.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî berxwedana Leyla Guven silav kir û li ser hilbijartinên xwecihî peyam da. Temellî got, "Dem dema paqijiyê ye, em ê ji vê desthilatdariyê rizgar bibin."
Mûrat Zorluoglu yê ku ji aliyê Erdogan ve weke namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Tarabzonê hate nîşandan wê li Wanê weke waliyê şer û gendeliyê were zanîn.
Saziyên Civaka Sivîl a Navnetewyî, rexne li polîtîkayên hikûmeta Iraqê ya li ser bawerî û kêmenetewan kir, bal kişand di serî de Êzidî û gelek kêmenetew û baweriyên cihê dibe ji ber xeteriyên nû bê parastin bimîne.